Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê li herêma Kurskê 4 dronên Ukrayna xistine.
Ajansa AP û televizyona CNN ragihand ku Harris walîyê Minnesota Tim Walz wekî berbijarê cîgirê serokê jibo destnîşan kiriye.
Hêzên Îsraîlî îro Sêşemê êrîşên esmanî li başûrê Libnanê pêk anîn ku di encama wan de çar kes hatin kuştin, li gor karbidestên saxlemî yên Libnanê.
Serokê Amerîka joe Biden roja Duşemê bi tîma ewlekarîya neteweyî û Melîkê Urdunê Abdulahê Duyê ser girjîya li Rojhilata Navîn axifî.
Karbidestên Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku hêzên Rûsî êrîşên esmanî birine ser gelek herêman û muşek avêtine Kharkiv ya li rojhilata bakurê welêt.
Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê termên 5 dîlên dema êrîşên Hamasê yên meha Cotmehê hatine kuştin bi dest xistine.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê piştî beşdarîya civîna li Qesra Sipî ya Serok Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê ber bi Asyayê ve bi rê keve.
Piştî sê rojên bêdengîyê derbarê biryara wî ya vekişîna ji kêbirkeya hilbijartinên seroktîyê yên 2024'an, Serokê Amerîkî Joe Biden Sêşemê bi şev gotarek pêşkêşî gelê Amerîka û cîhanê kir.
Blinken di daxuyanîyekê de do Sêşemê got ku Erebistana Saudî wê ligel Amerîkayê mêvandarîya van danûstandinan bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê gotarekê li Kongresa Amerîkî pêşkêş dike ku tê çaverêkirin bi rîya wê hewil bide piştgirîya bo Îsraîlê di şerê dijî Hamasê de xurttir bike.
Filîstînîyên sîvîl yên li taxên rojhilat yên li Xan Yûnis li başûrê Kerta Gaza piştî ku Îsraîlê fermana derketinê da û bi tankan ket taxan roja Sêşemê, ji malên xwe yên li herêmê derketin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derengî Duşemê gihişt Washington, rojekê piştî ku Serok Joe Biden ragihand ew ji pêşbirka seroktîya Amerîkayê vedikişe.
Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di vê demê de ku Partîya Demokrat hewil dide berî Kongreya Niştimanî pêvajoya xwe ya dîyarkirina berbijarê fermî biqedîne, jibo berbijarîya partîyê desteka hewce ya delegeyan bi awayekî ne fermî bi dest xwe xistiye.
Karbidestên li Sumy ya li rojhilata bakurê Ukrayna îro Sêşemê radigihînin ku êrîşên dronî yên dawî yên Rûsya zarar dane navendên binesazîya krîtîk.
Bi piştgirîya Joe Biden ya jibo Kamala Harris ya ser berbijarîya seroktîyê ya Partîya Demokrat, ew dikare bibe jina Reş ya pêşî û ji Başûrê Asyayê ku jibo berbijarîya seroktîyê ya partîyeke mezin hatiye ragihandin.
Hejmareke mezin ya qanûndanerên Demokrat, fermandar û piştgirên darayî piştgirîya xwe jibo Cîgira Serok Kamala Harris derbirîn da ku bibe berbijara partîyê di hilbijartinên Mijdarê de.
Ev duyemîn vegerandina welatîyên wî welatî îsal e û şeşemîn vegerandina bi giştî ye ji Sibata 2023'an ve.
Dadgeheke Rûsî îro Înê cezayê zindankirina bi 16 salan li rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich ser tawana sîxurîyê birî. Doza wî bi berfirehî wekî dozeke siyasî tê dîtin.
Senator J.D. Vance, berbijarê cîgirê serokatîyê Serokê berê Donald Trump, roja Çarşemê bi şev li Kongreya Komarî ya Niştimanî gotara serekî pêşkêş kir. Di axaftina xwe de wî bal kişand ser ewlekarîya niştimanî û siyaseta derve.
Pirtir bar ke