Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bi Muşek û Dronan Êrîş Birine ser Çend Herêman


Karbidestên Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku hêzên Rûsî êrîşên esmanî birine ser gelek herêman û muşek avêtine Kharkiv ya li rojhilata bakurê welêt.

Bajarvanê Kharkivê Ihor Terekhov ji Telegramê got ku di êrîşê de klînîkeke medîkal zarar dîtiye û rêvebir hewil didin zelal bikin ku kes hatiye kuştin yan ne.

Walîyê herêma Kharkivê Oleh Syniehubov got ku dibe ku hin kes di bin kavilan de mabin.

Ji herêma Dnipropetrovskê jî rêvebir radigihînin ku dronan êrîş birine ser Nikopolê û bi wan li çend cîhan şewat çêbûne, lê ti kes birîndar nebûye.

Walîyê herêma Mykolaiv dîyar kir ku dronên Rûsî li herêmê zarar dane çend malan.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku sîstemên berevanîya esmên bi şev 4 muşekên Rûsî û 15 dron pûç kirine.

Li gor ragihandina artêşê, ew muşek û dron li Kherson, Khmelnytskyi, Kiev û Mykolaiv hatine sekinandin.

Bajarvanê Kîevê Vitaliy Klitschko ji Telegramê dîyar kir ku enqaza muşekekê zarar daye otoparkekê, lê ti kes birîndar nebûye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Sêşemê ragihand ku li herêma Kurskê 13 û li Belgorodê jî 9 dron hatine xistin.

Herdu herêm jî li sînorê Rûsya û Ukrayna ne û gelek caran dibin armancên êrîşên hêzên Ukraynî.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov dîyar kir ku Ukrayna êrîş biriye ser maşîneyekê û 1 kes hatiye kuştin.

Gladkov ji Telegramê got ku êrîşên din zarar dane jimareke malan.

Şûngirê Walîyê Kurskê Alexei Smirnov îro Sêşemê ragihand ku hêzên Ukraynî hewil dane ku sînor derbaz bikin, lê yekîneyên Rûsî ew paşve vegerandine.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG