Êzîdîyên Efrînê ku li penageha Şehbayê derbider in, Cejna Xizir Îlyas anku Cejna Bêxwînê, pîroz kirin.
Di pîrozbahîya cejnê de, mom hatin vêxistin, nimêj û niyazên olî jî hatin xwendin, hewiha bi hêvî û omîda vegera Efrînê xwarina (Bêxwîn) li bawermendên Êzîdî û mêvanên wan hate belav kirin.