Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dronên Rûsî di Rojekê de Du Caran Êrîşan Dibin ser Bendera Izmail ya Ukrayna


Karbidestên herêma Odesa ya Ukrayna îro Pêncşemê radigihînin ku dronên Rûsî li ser hev du caran êrîş birine ser Izmail ya bendera li başûrê welêt.

Li gor ragihandina karbidestan, di êrîşan de avahîyeke rêvebirinê zarar dîtiye û du kesên li malekê jî birîndar bûne.

Hêzên Ukraynî dibêjin ku ew êrîşên dawî yên dronî parçeyeke wan êrîşên Rûsya yên bi 38 dronan in ku bi şev firandine.

Artêşa Ukrayna ragihand ku 3 dron derbazî Romanya ya cîrana wê bûye.

Piştî êrîşên Rûsya yên li Izmailê, Wezareta Berevanî ya Romanya ragihand ku wan tedbîrên jibo çavdêrîya herêmê zêde kirine ku di nav wan de karanîna du firokên F-16 jî heye.

Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê da zanîn ku berevanîya esmên ji 38 dronên Rûsî 25 xistine û dîyar kir ku ew li Cherkasy, Kherson, Kyiv, Mykolaiv, Odesa, Sumy û Zhtomyr hatine pûç kirin.

Walîyê Kherson Oleksandr Proudin ji Telegramê dîyar kir ku droneke Rûsî bi kêmî ve 1 kes kuştiye.

Li gor ragihandina Walîyê Zhytomyr Vitaliy Bunechko, enqazên dronên hatine pûç kirin zarar dane 10 malan û navendeke binesazîyê.

Serokê rêvebirîya leşkerî ya Kîevê Serhiy Popko dîyar kir ku jimareke mezin ya dronan ji çend alîyan êrîş birine ser herêma paytextê û got ku berevanîya esmên hemî dron xistine.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê li Kursk, Belgorod û li Qirim ya di bin dagirkerîya wê de 11 dronên Ukrayna pûç kirine.

Wê wezaretê dîyar kir ku hêzên wê du qeyikên bê miretebat jî pûç kirine ku ew ber bi Qirimê ve diçûne.

Walîyê Kurskê Alexey Smirno dîyar kir ku bi ketina enqazan li malekê şewat çêbûye û 1 kes birîndar bûye.

Li Belgorodê jî Walî Vyacheslav Gladkov dîyar kir ku dronên Ukrayna zarar dane mal û otobusekê.

Karbidestên li Kaluga ya li rojavayê Rûsya îro Pêncşemê dibêjin ku helîkoptereke MI-28 ketiye û pîlotên wê mirine.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji AFP û Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG