Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Cezayê Zindankirina bi 16 Salan li Rojnamevanekî Amerîkî Dibire


Rojnamevan Evan Gershkovich sli dema darizandina xwe li Rûsya.
Rojnamevan Evan Gershkovich sli dema darizandina xwe li Rûsya.

Dadgeheke Rûsî îro Înê cezayê zindankirina bi 16 salan li rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich ser tawana sîxurîyê birî. Doza wî bi berfirehî wekî dozeke siyasî tê dîtin.

Gershkovich, nûçegihanê rojnameya The Wall Street Journal, ji Adara 2023'an ve li Rûsyayê ser tawanên sîxurîyê girtiye. Ew, rojname, û hikûmeta Amerîkî bi tundî vê tawanbarîyê red dikin.

“Tevî ku Rûsya vê darizandina sexte birêve dibe, em bi berdewamî her tiştê ku ji me tê dikin da ku Evan demûdest were berdan. Em dibêjin: Evan karê xwe wekî rojnamevan dikir. Rojnamevanî ne tawan e. Niha wî vegerînin malê,” The Wall Street Journal do Pêncşemê di daxuyanîyekê de got.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandîye ku Gershkovich yê 32 bi neheqî hatiye girtin û ev jî Amerîka pabend dike ku hewila berdana wî bike.

“Em ji destpêkê ve zelal bûn ku Evan tiştekî şaş nekiriye û divîyabû nehatiba girtin. Heta niha, Rûsya ti belgeyên tawanekê nedaye pêş û nikare sedema binçavkirina berdewam ya Evan rave bike. Nedibû Evan were girtin,” Berdevkê Wezareata Derve Vedant Patel roja Pêncşemê ji rojnamevanan re got.

Darizandina Gershkovich 26ê Hezîranê li bajarê Yekaterinbug destpê kir. Rojnamevanê Amerîkî li wir hatibû girtin. Ew bajar dora 1,400 km dûrî Moskow ye.

Rêxistinên azadîya rojnamegerîyê û The Wall Street Journal bi bedewamî dadgehkirina Gershkovich wekî sextekirineke siyasî şermezar kirine.

"Ew bêguman darizandineke sexte ye. Ew henekpêkirina bi dadmendîyê ye. Tawanbarîyên li dijî wî hatine vekirin sexte û bêbingeh in, û hemû mesele tenê sexte ye," Gulnoza Said, kordînatora Ewrupa û Asyaya Naverast li Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), piştî destpêbûna darizandina Gershkovich ji Dengê Amerîka re gotibû.

Balyozxaneya Amerîkî li Moskowê demûdest bersiva Dengê Amerîka derbarê vê mijarê neda.

XS
SM
MD
LG