Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Gotarek Da Gelê Amerîkî Piştî Biryara Vekişîna ji Berbijarîya Seroktîyê


Piştî sê rojên bêdengîyê derbarê biryara wî ya vekişîna ji kêbirkeya hilbijartinên seroktîyê yên 2024'an, Serokê Amerîkî Joe Biden Çarşemê bi şev gotarek pêşkêşî gelê Amerîka û cîhanê kir.

Biden behsa xebata xwe ya nêzîkî 50 salî di siyasetê de kir. Wî rekora xwe ya serokatîyê di destkeftên xwecihî û siyasî de anî pêş, lê bang li nifşê nû yê rêbertîy kir û rûbirûyê zehmetîyên siberojê bibe.

“Ez ji vê ofîsê hez dikim, lê ez pirtir ji welatê xwe hez dikim,” Biden di dema axaftina xwe de ya li ofîsa hêkî li Koşka Sipî got.

“Tiştek nikare têkeve pêş rîya parastina demokrasîya me, di nav de jî xwestên şexî. Loma min biryar da ku riya herî baş ya pêşve ew e ku xetîrê bidim nifşekî nû. Ew rîya herî baş e jibo yekgirtina welatê me. Hûn dizanin, dem û cihê salên dirêj yên ezmûna di jiyana giştî de heye. Herwiha, deng û cih jibo dengên nû jî heye. Dengên teze. Belê, dengên ciwan. Ew dem û cih niha ye,” Biden yê 81 salî got.

Biden herwiha spasîya Cîgira Serok Kamala Harris kir, ku ew niha dest bi kempeyna hilbijartinê kiriye piştî ku piştgirîya Biden û delegeyên têrê dike jibo bidestxistina berbijarîyê wergirtiye. Biden, Harris ewê keseke “xwedî ezmûn, bi hêz, û bi karîn” binav kir û got: “bijare ser we dimîne.”

Biden hevrikê xwe yê Komarî binav nekir, lê şîrovekar dibêjin hemû gotinên wî yê hişyarkirinê derbarê kesekî bû.

“Wî behsa cudabûnê kir. Wî behsa tundûtûjî û tundûtûjîya siyasî kir. Ev hemû tişt in ku Donald Trump û seroktîya wî bibîr tînin. Wî behsa metirsîyên ku welêt bi wan re rûbirû bû dema ew bû serok, Rêbendana 2021. Loma ew bêguman derbarê Donald Trump bû. Lê belê, ew ne cihê ku ew behsa Donald Trump bike. Ew ne cihê ku ew gotareke kempeynê bide,” Jennifer Mercieca, profesora rojnamegerîyê li Zanîngeha Texas A&M, ji Dengê Amerîka re got.

Di nav axaftina xwe de, Biden karê wî niha ew e ku balê bide zehmetîyên xwecihî wekî mafên sivîl, azadîya dengdanê, reformên ewlehîya çekan, hewilên dawîkirina nexweşîya penceşêrê û reformkirina Dadgeha Bilind. Wî herwiha behsa hinek zehmetîyên Amerîka yên derve kir, ligel berdewambûna şer li Ukrayna û Gazayê, û bihêzbûna Çînê wekî li devera Îndo-Pasîfîk.

XS
SM
MD
LG