Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hêzên Wê 5 Termên Din yên Dîlan Dîtine


Dîmenek ji Gazayê.
Dîmenek ji Gazayê.

Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê termên 5 dîlên dema êrîşên Hamasê yên meha Cotmehê hatine kuştin bi dest xistine.

Artêşa Îsraîlê dîyar ku yek ji wan rehîneyan Maya Goren e ku li Kibbutz Nir Oz ya li başûrê welêt hatibû kuştin.

Wê artêşê got ku 4 dîlên din jî leşkerên Îsraîlê ne ku dema pevçûnan canên xwe ji dest dane.

Li gor ragihandina artêşê leşker, Çawîş Oren Golden, Çawîşê Rêber Tomer Ahimas, Çawîşê Serdar Ravid Aryeh û Çawîş Kiril Brodski ne.

Artêşê dîyar kir ku Hamasê termên wan 5 kesan birine Gaza û hêzên Îsraîlê jî li Xan Yûnis ya li başûr jibo bidestxistina terman operasyonek pêk aniye.

Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de bi qasî 1200 kes kuştibûn û 250 kes jî dîl girtibûn.

Bi qasî 110 dîle hîn li Gaza ne û karbidestên Îsraîlê dibêjin ew bawer dikin ku ji sê paran pareke wan dîlan kuştî ne.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha pirtir ji 39,100 kes hatine kuştin.

Ew wezaret eşkere nake ku ji kuştîyan çend çekdar û çend sîvîl in.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz bu malbatên rehîneyên termên wan hatine rizgar kirin sersaxî xwest û dîyar kir ku sax yan jî mirî vegerandina dîlên jibo wan berpirsîyeke mezin e.

Amerîka û Misir û Qatar bi navbeynkarîyê çend meh in jibo vegerandina rehîneyên li Gaza, berdana girtîyên Filîstînîyên li Îsraîlê û şandina pirtir alîkarî jibo Gaza hewil didin ku agirbestekê çêkin, lê heta niha ti lihevkirin çênebûye.

Çaverê ye Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê li Qesra Sipî bi Serokê Amerîka Joe Biden re ser danûstandinan biaxife.

Berî civîna Netanyahu û Biden dîyar kir ku danûstandin jibo agirbestê çêdibin û got ku jibo lihevkirin çêbe hin mijarên Îsrîalê û yên Hamasê hene ku divê werin çareser kirin.

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê li navenda Kerta Gaza û başûrê wê operasyon li dar xistine û di rojên dawî de li Xan Yûnisê, 50 armancên binesazîyê yên Hamasê hatine pûç kirin.

Wê artêşê dîyar kir ku hêzên wê li başûrê Lubnanê jî êrîşên esmanî birine ser wan avahîyan ku Hizbulah ya bi piştgirîya Îranê bikar tîne.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters, AP û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG