Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Piştî Civîna Biden û Netanyahu Diçe Welatên Asya


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê piştî beşdarîya civîna li Qesra Sipî ya Serok Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê ber bi Asyayê ve bi rê keve.

Blinken wê jibo xurtkirina peywendîyên stratejîk yên bi hevbendan re serdana Asyayê bike.

Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku Blinken berê plan kiribû roja Çarşemê here, lê bo beşdarîya li civîna Biden û Netanyahu ewê roja Pêncşemê ber bi Asyayê ve here.

Washington dibêje tevî girjîya li Rojhilata Navîn jî ew ligel hevbendên xwe yên li Hîndo-Pasîfîkê tevdigerin.

Miller da zanîn ku Blinken cara 18’an diçe herêmê û got ku ewê li Laos, Vîetnam, Japonya, Sîngapor, Mongolya û Fîlîpînê danûstandinan bike.

Blinken berî here Hanoî ya Vîetnamê wê li Vientiane, paytexa Laosê, bi karbidestên paybilind yên ASEAN re bicive.

Jiber guhertina bernameyê, Blinken nikare beşdarîyê li merasîma cenazeyê yê Sekreterê Giştî yê Partîya Komunîst Nguyen Phu Tronb bike, lê ewê jibo sersaxî û danûstandinên din serdana Vîetnam bike.

Blinken wê li Tokyo û Manîla tevî Wezîrê Berevanî Lloyd Austin bi hevtayên xwe re civînên 2+2 çêke.

Wezîrê Amerîkî wê here Sîngapor û Mongolyayê û wê li wan welatan jî bi karbidestên payabilind re bicive.

XS
SM
MD
LG