Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Îro Axaftinekê li Kongresa Amerîkî Pêşkêş Dike


Avahîya Kongresa Amerîkî berî serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.
Avahîya Kongresa Amerîkî berî serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê gotarekê li Kongresa Amerîkî pêşkêş dike ku tê çaverêkirin bi rîya wê hewil bide piştgirîya bo Îsraîlê di şerê dijî Hamasê de xurttir bike.

Serdana Netanyahu ya Washington di demekê de ye ku givaştin ser wî li Îsraîlê zêde dibin da ku dîlên di destê Hamasê de li Gazayê werin berdan. Ew herwiha di demekê de tê ku nezelalîyeke siyasî li Amerîkayê berî hilbijartinên serokatîyê didome.

Amerîka, Qatar û Misir bi mehan e hewil didin ku peymaneke agirbestê di navbera Îsraîl û Hamasê de misoger bikin, tê de şer were rawestandin, dîl werin azadkirin û zêdebûna şandina alîkarîya mirovî bi Gazayê were kirin.

Ew hewildan ti encam bidest nexistine, li vê dema ku şer li Gazayê û metirsîya şerekî herêmî yê firehtir didomin – ji alîyekî ve pevçûnên ser sînorê Îsraîl û Libnanê û ji alîyekî din ve êrîşên mîlîtanên Husî li Yemenê dijî keştîyên li nav Deryaya Sor.

Netanyahu got ewê li Washingtonê hewil bide piştgirîya herdu partîyan jibo Îsraîlê bidest bixe. Derketina wî li Washington bûye sedema zêdebûna parçebûnê di navbera Demokrat û Komarîyan de. Hejmareke Demokratên Kongresê gotîye ewê axaftina Netanyahu boykot bikin.

Serokê Civata Nûneran ya Kongresê Mike Johnson, ku Netanyahy vexwendîye li Kongresê biaxive, rexne li Cîgira Serok Kamala Harris kir ku jibo gotara Netanyahu amade nabe.

Harris îro jibo mîtîngeke hilbijartinê seferê dike, çend rojan piştî ku Serok Joe Biden ragihand ku ew ji berbijarîya seroktîyê vedikişe.

Herwiha Senator J.D. Vance, berbijarê cîgirê seroktîyê yê Komarî, li dema axaftina Netanyahu li Kongresê amade nabe.

Senatorê Demokrat Bernie Sanders ragihand ku ewê beşdarî gotara Netanyahu nebe û siyasetên serokwezîrê Îsraîlî li Kenara Rojava û Gazayê rexne kir.

Senatorê din yê Demokrat Dick Durban got ku tevî ew piştgirîya Îsraîlê dike, “ewê ranebe û piştgirîya serokwezîrê wê yê heyî bike.”

Rexnegir gazinan ji serederîya hikûmeta Netanyahu ligel şerê Gazayê dikin. Ew bi taybet dibêjin ku Îsraîl kar têrê nekiriye jibo parastina Filîstînîyên sivîl yan jî bo piştrast bike ku alîkarîya mirovî derbazî Gaza bibe. Îsraîl van rexneyan red dike û dibêje ku çekdarên Hamasê li hinek deveran dimînin ku sivîlan dixe jêr metirsîyê.

Şerê li Gazayê destpêka Cotmeha borî destpê kir piştî ku çekdarên Hamasê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê. Di wê êrîşê de 1,200 kes hatin kuştin. Wekî bersiv, Îsraîl kempeyneke bejahî û esmanî li Gazayê destpê kir ku heta niha bêtirî 39 hezar tê de hatine kuştin, li gor wezareta saxlemî ya Gazayê.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji AP, AFP û Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG