Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Serdana Washington Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derengî Duşemê gihişt Washington, rojekê piştî ku Serok Joe Biden ragihand ew ji pêşbirka seroktîya Amerîkayê vedikişe. Ev biryar li nezelaîya peywendîyên Amerîka û Îsraîlê zêde dike di kêlîkeke girîng ya şerê Gazayê de.

Bêyî hebûna rêkeftineke agirbestê, gelekan dema serdana Netanyhau dida ber pirsê gava ku Hezîranê hatibû ragihandin. Niha ligel guhertineke pêkan di siyaseta Amerîka de, rêberê Îsraîlî bi niyaz e ku zemînê jibo rêvebirîya Amerîkî ya nû amade bike.

Karbidestekî Amerîkî got ku tê çaverê kirin Biden û Netanyahu roja Pêncşemê li Koşka Sipî kom bibin.

Berî ku were Amerîkayê, serokwezîrê Îsraîlî got, “Ezê hewil bidim piştgirîya herdu partîyan hilgirim ku jibo Îsraîlê gelekî girîng e.

“Ezê ji hevalên xwe yên herdu partîyan re bêjim ku gelê Amerîkî kê hilbijêre ku bibe serokê wan yê bê jî, Îsraîl wekî hevalbendê Amerîka yê girîng û xurt li Rojhilata Navîn dimîne.”

Biryar e Netanyahu roja Çarşemê gotarekê li Kongresa Amerîkî pêşkêş dike.

Nimrod Goren, lêkolerê karûbarên Îsraîlê li Enstituya Rojhilata Navîn, got ku Netanyahu dê daxwaz bike ligel berbijarê Komarî Donald Trump jî kombûnekê bike.

Kempeyna Trump derbarê piştrastkirina vê daxwaza Netanyahu jibo civîna ligel Trump bersiva Dengê Amerîka nedaye.

XS
SM
MD
LG