Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Qirgizistanê 22 Jin û Zarok ji Kampên Hol û Roj Vegerandine


Dîmeneke kampa Holê (arşîv).
Dîmeneke kampa Holê (arşîv).

Wezareta Derve ya Amerîka îro Înê ragihand ku Komara Qirgizistanê 22 jin û zarokên ku di kampên Bakur û Rojhilata Sûrîyê de bûn vegerandin welêt. Ev duyemîn vegerandina welatîyên wî welatî îsal e û şeşemîn vegerandina bi giştî ye ji Sibata 2023'an ve.

Amerîka got, "em pêşwaziyê li hewlên domdar yên Komara Qirgizistanê dikin jibo çalakiyên wê yên nimûneyî bo vegernadina welatîyan, ku ev jî çareserîya herî jîr ya kêşeyên mirovahî û ewlekarîyê li bakurê rojhilata Sûrîyê ye."

Wezareta derve ya Amerîka da zanîn, "Bi giştî, Komara Qirgizistanê ji destpêka sala 2023'an vir ve 454 welatîyên xwe vegerandine welêt, hemû jî bi saya alîkarîya Amerîka bi encam bûne."

Daxuyanîya Wezareta Derve got ku di nav de 121 welatî îsal hatine vegerandin, û Komara Qirxîzistanê welatê pêşeng e bo vegerandina welatîyan ji bakurê rojhilata Sûrîyê.

Daxyunî dîyar kir ku Amerîka dê bi domdarî alîkarîya Qirxîzistanê bike jibo vegerandina welatîyên wê yên li Sûriyê û xistina wan ya nava civakê dema digihêjin welêt.

Nêzîkî 27,000 kes ji zêdetirî 60 welatên bîyanî di kampên Hol û Roj de mane, ku piranîya wan zarokên di bin 12 salî de ne.

Daxyunîya Amerîkî got, "Em spasîya hevkarên xwe yên navnetewî û herêmî, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Kuweytê dikin, jibo piştgiriya wan di vegerandina kesên li kampên Holê û Roj de ne bo welatên wan. Amerîka amade ye ku alîkarîya welatên din jî bike di hewildanên wan de jibo vegerandina welatîyên xwe."

XS
SM
MD
LG