Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Erebistana Saudî Alîyên Şer yê Sûdan Vexwendî Gotûbêjên Aştîyê Dikin


Dîmena kolaneke paytexta Sûdanê, Xertûm (arşîv).
Dîmena kolaneke paytexta Sûdanê, Xertûm (arşîv).

Rêberê yek ji alîyên şer yê Sûdanê vexwendina Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken qebûl kir da ku beşdarî gotûbêjên dawîkirina şerê li wî welatî bike.

Mihemed Hemdan Dagalo, rêberê Hêzên Piştgirîya Lezgîn, daxuyanîyek derengî Sêşemê belav kir, tê de vexwendina Blinken qebûl kir. Gotûbêjên aştîyê jibo hewila dawîkirina şerê Sûdanê yê 15-mehî dê meha Tebaxê li Swîsrayê lidar bikevin.

Heta niha ti gotin ji alîyê artêşa Sûdanê ve, alîyê din yê şer, derbarê beşdarîya li gotûbêjên aştîyê nehatiye bihîstin.

Blinken di daxuyanîyekê de do Sêşemê got ku Erebistana Saudî wê ligel Amerîkayê mêvandarîya van danûstandinan bike. Di wan gotûbêjên 14'ê Tebaxê de, wê nûnerên Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Yekîtîya Afrîqa, Neteweyên Yekbûyî wekî çavdêr beşdar bibin.

Ji Nîsana 20023’an ve şerekî navxweyî li Sûdanê didome, tê de Hêzên Piştgirîya Lezgîn û artêşa Sûdanê li seranserê welêt şer dikin. Şer derket holê piştî çend mehan ji girjîyên ser siberoja siyasî ya welêt û planên tevlêkirina Hêzên Piştgirîya Lezgîn nav artêşa niştimanî.

Di encama vî şerî de bi deh hezaran kes hatine kuştin û bêtirî 10 milyon welatîyên Suûdanê derbider bûne. Gelek ji wan revîyane Chad û welatên din yên cîran.

Blinken di daxuyanîya xwe de got, “divê ev şerê bêwate bidawî bibe.”

Hefteya borî, hedu alîyên şer beşdarî danûstandinên ne rasterast li Cinêvê bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bûn. Nûnerê taybet yê NY Ramtane Lamamra, ku navbeynkarîya wan gotûbêjan kir, got ku danûstandin cihê “handanê” bûn.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji AP, AFP û Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG