Senator J.D. Vance, berbijarê cîgirê serok ku Serokê berê Donald Trump vê dawîyê destnîşan kiriye, roja Çarşemê bi şev li Kongreya Komarî ya Niştimanî gotara serekî pêşkêş kir. Di axaftina xwe de wî bal kişand ser ewlekarîya niştimanî û siyaseta derve.
Vance bi fermî nameztîya Partîya Komarî jibo bibe berbijarê cîgirê serok qebûl kir.
“Serok Trump nûnertîya hêvîya herî baş ya dawî jibo Amerîkayê dike da ku wê yekê vegerîne, ew ya ku eger winda bibe dibe nema were dîtin. Welatekî ku zarokekî ji malbateke çîna karkeran dûrî navendên desthilatê jidayik bibe, dikare wekî cîgirê bê yê Amerîkayê were ser vê dikê,” Vance di axaftina xwe de got.
Vance bi berfirehî ser metirsîya Çînê axivî lê behsa şerê Rûsya li Ukranyayê nekir, ne jî şerê li Gazayê.
Siyasetvanê 39 salî yê ji wîlayeta Ohio, ev du sal in bûyer senator û ezmûna wî di siyaseta derve de kêm e. Di daxuyanîyên wî yên herî dawî de, ew bi giştî îdyolojîya Pêşî Amerîka ya Trump hembêz dike û dîyar dike ku ew piştgirîya Îsraîlê dike, dijî Çînê ye û li Ewrupayê nerehetîyê durist dike.
Wekî leşkerekî berê yê hêza Marine ya Amerîkî ku li Îraqê maye, Vance derbarê hebûna Amerîka ya derve bi guman e. Ji bilî alîkarîya Îsraîlê, ew bi giştî dijî alîkarîya welatên biyanî ye. Wî gotiye ku Amerîka nikare di heman demê de piştgirîya Ukrayna û Rojhilata Navîn bike û jibo egerên li Rojhilata Asyayê amade be.
“Ev tiştekî bêwate ye. Matmatîk di warê çêkirina çekan de piştgirîya vê yekê nake,” Vance Sibatê li Konferansa Munich ya Ewlekarî got.
Lê belê, Emma Ashford, lêkolera Navenda Stimson, dibêje ku Vance ne kesekî îzoleyîst e.
Di axaftinekê de vê dawîyê li Enstituya Quincy, Vance armancên xwe yên siyaseta derve eşkere kir.
“Em dixwazin Îsraîlî û Sune pasevanîya herêma xwe bikin. Em dixwazin Ewrupî pasevanîya herêma xwe bikin. Em dixwazin bêtir balê bidin Rojhilata Asyayê,” wî got.
Lêkoler Ashford ji Dengê Amerîka re got, “tu dikarî bêjî ew yan realîst yan jî kesekî ku pêşeya erkê dike.”
Ev yek yekcar ne wekî nêrîna karbidestên rêvebirîya Biden e ku “dibêjin hemû herêm bi hev ve girêdayî ne, û divê Amerîka li wan hemû herêman serkêşîyê bike. Ew herwiha dûrketinek e ji siyaseta derve ya Amerîka ya piştî Şerê Sar,” Ashford got.
Armanca Vance ya ku Amerîka ji Ewrupa û Rojhilata Navîn vekişe û balê bide Çînê ne tiştekî nû ye û ne jî taybetmendîya Komarîyan e. Di dema serokatîya xwe de navbera 2009 û 2017'an, Serok berê yê Demokrat Barack Obama bawerîya bi navê “Guhertina ber bi Asyayê ve” birêve dibir.
Ev guhertin hîn jî pêk nehatiye, li vê dema ku Amerîka di nav şer û nakokîyên Rojhilata Navîn û Ewrupayê de dimîne.