Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî di Kongreya Xwe de Piştgirî Didin Siyaseta Trump ya ser Koçberîyê


Di roja duyê ya Kongreya Komarî ya Niştimanî de, mijara koçberîyê roja Sêşemê babeta serekî bû ku beşdar ser axivîn. Beşdaran behsa xaleke girîng di vê mijarê de kir ku ji Serokê berê Donald Trump re êdî bûye markeyeke siyasî.

Di nav kesên ku Sêşemê axivîn de malbat hebûn ku ziyan ji tawankarîya tund dîtine – ev jî beşek e ji stratejîya Partîya Komarî ku tawankarîyê bi siyasetên koçberîyê ve girêbide.

Di nav wan de malbata Rachel Morin hebû. Morin jinek ji wîlayeta Maryland e ku dozger dibêjin ji alîyekî kesekî ji El Salvador revîyayî hate kuştin û zêdegavî lê hate kirin. Çîroka wê gelek caran ji alîyê Trump ve di mîtîngên hilbijartinê de hatiye vegotin.

Koçberî ji mêj ve yek ji mijarên serekî ye jibo Trump. Wî hatina hejmarên bêmînak ya koçberên ku bi awayekî neqanûnî bi rîya sînorê Meksîkê derbas dibin, rexne kiriye. Hejmara kesên bê destûr derbasî Amerîkayê dibin bi awayekî berçav daketiye piştî ku Serok Joe Biden fermandek derxist, tê de gelek dozên penaxwazîyê ser sînor hatine sekinandin.

Li mîtîng û çalakîyên din yên kempeynê, Trump bal kişandîye ser mînakên ku koçberan tawanên hovane pêk anîne û sedema belavbûna madeyên hişber wekî fentanyl xistiye stûyê koçberîyê, tevî ku daneyên federal pêşniyar dikin ku gelek kesên qaçaxçîtîya fentanyl ser sînor dikin welatîyên Amerîkî ne. Wî soz daye ku operasyona dersînorkirinê ya herî mezin di dîroka Amerîkayê de pêk bîne.

Gotara Trump ya dijî koçberîyê êdî bûye xalên axaftinê ku bê belge tên gotin. Yek ji wan jî îdîayên bêbingeh ku koçber derbasî welêt dibin da ku di hilbijartinên 2024’an de deng bidin.

Endamê Kongresê yê Komarî Steve Scalise di axaftina xwe ya li Kongreyê de got ku “Biden û Harris dixwazin kesên neqanûnî niha deng bidin piştî ku wan sînor vekiriye.”

Berbijarên Senatoyê ku roja Sêşemê li Kongreyê diaxivîn, ne tenê berpirsîya hejmara koçberên bi rîya sînor derbas dibin xistin stûyê Biden, lê bi heman şêweyî rexne li Cîgira Serok Kamala Harris jî kirine. Komarî bi giranî bala xwe didin ser Harris li vê dema ku texmîn hene ew dikare cihê Biden wekî berbijara Demokrat ya seroktîyê bigire piştî performansa lawaz ya serokê Amerîkî di gotûbêja ligel Trump de.

Di nav kesayetîyên Komarî ku roja Sêşemê axaftin pêşkêş kirin ev bûn: Walîya berê ya South Carolina Nikki Haley, Walîyê Florida Ron DeSantis û karsazê biotek Vivek Ramaswamy. Ev her sê kes di pêşhilbijartinan de hevrikên Trump bûn. Lê beşdarbûna wan di Kongreyê de nîşanek e jibo piştgirîya Trump.

Kongreya Komarî heta roja Pêncşemê didome.

XS
SM
MD
LG