Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tankên Îsraîlê li Başûrê Gaza Pêşve Diçin û bi Hezaran Kes Direvin


Dîmenek ji bajarê Xan Yûnis li Gazayê, 22'ê Tîrmehê, 2024.
Dîmenek ji bajarê Xan Yûnis li Gazayê, 22'ê Tîrmehê, 2024.

Filîstînîyên sîvîl yên li taxên rojhilat yên li Xan Yûnis li başûrê Kerta Gaza piştî ku Îsraîlê fermana derketinê da û bi tankan ket taxan roja Sêşemê, ji malên xwe yên li herêmê derketin.

Tankên Îsraîlê ber bi Benî Suhayla ya Xan Yûnis pêşve diçin û taxên li derdorê jî bi êrîşên esmanî re rûbirû mane ku bi deh hezaran sîvîlên li herêmê jibo ewlekarîyê neçar man birevin.

Îsraîl radigihîne ku ew bi operasyonên dawî dixwaze rê li ber Hamasê bigire ew xwe li herêmê jinûve bi rêxistin bike.

Karbidestên saxlemî yên li Gaza dibêjin ku li Xan Yûnisê ji roja Duşemê vir ve di êrîşên esmanî de herî kêm 80 Filîstînî hatine kuştin û li gor raportên fermî yên Gaza di pevçûnan de, ku bi qasî 10 meh in didomin, pirtir ji 39,000 kesan canên xwe ji dest dane ku piranîya wan sîvîl in.

Artêşa Îsraîlê dîyar dike ku Hamas û komên din herêmên hêzên wê operasyon birine ser jibo êrîşên roketî û cureyên din yên êrîşan bi kar tînin.

Sîvîlên jiber operasyonên dawî ji warên xwe derketine, dibêjin jiber ku rojavayê Xan Yûnisê û naverasta Gaza zêde qelebalix in, cîhekî ew lê bisitirin tune ye û ew ji neçarî li bazaran dimînin.

Sazîya alîkarîyê ya jibo penaberên Filîstînî ya Netweyên Yekbûyî (UNRWA) ser rewşa dawî ya herêmê hişyarî da û got ku mirovên li herêmê jiber koçberîya domdar kerixîne û ketine herêmeke teng û qelebalix.

Hinek Filîstîyên ku ji Xan Yûnis revîyane.
Hinek Filîstîyên ku ji Xan Yûnis revîyane.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xan Yûnisê hejmareke mezin ya çekdaran hatine kuştin.

Rûniştvanên Xan Yûnisê dibêjin ku tankên Îsraîlê li kûrahîyên Benî Suheyla ya li rojhilata bajêr hatine bi cîh kirin.

Dîdevan dibêjin ku leşkerên Îsraîlê li goristana mezin ya bajêr lêgerîn kirine û hin ji wan jî derketine ser banên avahîyên bilind û êrîşan dibin ser taxên hêla rojava.

Jêderên xwecihî dibêjin ku hêzên Îsraîlî li Refahê jî hejmareke mezin ya malan hilweşendiye.

Îsraîl ser wan operasyonan, ku ji Gulanê vir ve didomin, dibêje ku ew dixwazin yekîneyên Hamasê yên li herêmê belav bikin.

Artêşa Îsraîê bi salan e li Kenara Rojava jî bi şev operasyonan li dar dixe ku ew operasyon piştî şerê li Gaza gurtir bûn.

Wezareta Saxlemî ya Filîstînîyan radigihîne ku di bûyerên tundîyê de heta niha 500 Filîstînî hatine kuştin.

Çekdarên Hizbulahê yên Lubnanê roja Duşemê bi dron û roketan êrîş birin ser du navendên leşkerî yên li Îsraîlê.

Hizbulahê ragihand ku wê bi dronên peqînkar êrîş birine ser Çiyayê Meronê û bi roketekê jî êrîş biriye ser navenda leşkerî ya li Burkanê.

Li gor ragihandina Hizbulahê, ew êrîşên dawî wek bersîva wê êrîşa Îsraîlê ye ku li gundê Şaqra pêk hatibû û di encamê de ji Hêzên Ridwan yên Hizbulahê endamek hatibû kuştin.

Ji Cotmehê vir ve, di wan êrîşên esmanî de ku Îsraîl li Lubnanê li dar dixe 450 kes hatine kuştin ku ji wan 90 sîvîl û karbidestên saxlemîyê ne.

Ajansa Associated Press dide zanîn ku di êrîşên esmanî de 21 leşkerên Îsraîlî û 13 sîvîl jî hatine kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ewê peymaneke wisa ya agirbestê pêşkeş bike ku wê pê dîlên li Gaza werin berdan.

Netanyahu, ku niha serdana Washingtonê dike, li ber e îro Çarşemê li Kongresê biaxive û sibe jî bi Serok Joe Biden re bicive. Ew herwiha plan dike ku bi Serokê berê Donald Trump re jî bicive.

Misir, Qatar û Amerîka hewil didin ku Îsraîl û Hamas peymaneke agirbestê îmza bikin.

Netanyahu ser agirbestê got ku ewê her tişt bi derbekê re çênebe û dîyar kir ku ew bawer dike ewê peymanê pêşve bibin.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji AP û Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG