Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Demokrat û Alîgirên Darayî Piştgirî Didin Harris


Hejmareke mezin ya qanûndanerên Demokrat, fermandar û piştgirên darayî piştgirîya xwe jibo Cîgira Serok Kamala Harris derbirîn da ku bibe berbijara partîyê di hilbijartinên Mijdarê de. Ev yek hate holê piştî ku Serok Joe Biden roja Yekşemê vekişîna xwe ji pêşbirkê ragihand.

Piştî daxuyanîya biryara vekişînê belav kir, Biden demûdest piştgirîya xwe jibo Harris eşkere kir û bang li Demokratan kir ku wê bikin berbijara Demokrat jibo derkeve hember berbijarê Komarî Donald Trump.

Harris ya 59 salî bilez ragihand ku ewê hewil bide berbijarîyê bidest bixe. Berî ku bibe cîgira Biden, Harris wekî nûnera California senator bû.

Di anketên niştimanî de, rêjeyên razîbûna ji Kamala Harris bi giştî wekî yên Biden bûne, lê di hinek pirsnameyan de ligel dengderên pêkan, rêjeya cîgira serok hinek ji ya Biden hember Trump baştir bû. Di çend anketan de jî, ew li pêş Trump bû.

Harris di daxuyanîyekê de got ku bi vekişîna ji kêbirkeya dijî Trump, Biden “wê yekê dike ku hemû jiyana xwe ya xizmetê kiriye: danîna gelê Amerîkî û welatê me di ser her tiştê din re.”

“Ezê her tiştê ku ji min bê bikim da ku Partîya Demokrat bikim yek û welatê me jî bikim yek, jibo têkbirina Donald Trump. Me heta roja hilbijartinê 107 hene. Bihev re, emê têkoşînê bikin. Bihev re, emê biser kevin,” Harris Yekşemê got.

ActBlue, ku platformeke serekî ya Demokratan jibo komkirina pereyan e, derengî Yekşemê got ku tenê Yekşemê wê 46.7 milyon dolar jibo kempeyna Harris kom kir. Ev yek tersî çend hefteyan ji kêmbûna piştgirîyê bo Biden bû, bi taybet di nav piştgirên darayî yên serekî, piştî performansa wî ya lawaz di gotûbêja meha borî hember Trump de.

Komeleya Komîteyên Wîlayetên Demokrat di daxuyanîyekê de got ku “piranîyeke mezin” ya rêberên partîyê yên wîlayetan piştgirî dane Harris wekî berbijara Demokrat, ligel ku çend kes ku jiber sedemên teknîkî beşdarî vê yekê nebûn.

Ji nav kesên ku Yekşemê piştgirîya Harris kir Pete Buttigieg bû, Wezîrê Çûnûhatinê di rêvebirîya Biden. Wî got, ew “her tiştê dikare” bike jibo alîkarîya hilbijartina Harris bike.

Eger Harris ji alîyê Partîya Demokrat ve were erêkirin ku cihê Biden bigire, ewê bibe yekem jina Reş û Başûrê Asyayî ku di dîroka Amerîka ya 248 salî de dibe berbijara partîyeke serekî jibo seroktîyê.

Serokê berê Bill Clinton û Hillary Clinton, ya ku di dema Serok Barack Obama de wezîra derve bû, di daxuyanîyekê de piştgirîya xwe bo Harris ragihand. Obama, yê ku Biden heşt salan cîgirê wî bû, spasîya Biden jibo welatparêzîya wî kir, lê dîyar nekir ka ew piştgirîya Harris yan berbijarek din bike.

XS
SM
MD
LG