Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyonên Cîhanî ser Biryara Vekişîna Biden


Piştî ragihandina roja Yekşmê ya Serok Joe Biden ku ew berbijartîya xwe jibo hilbijartinên serokatîya Amerîkayê betal dike, rêberên çend welatan derbarê vê biryarê reaksyon nîşan dan.

Em li jêr reaksyonên çend rêberan belav dikin:

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz:

"Joe Biden destkeftineke mezin bidest xistiye: ji bo welatê xwe, ji bo Ewrupa, ji bo cîhanê," Scholz ser X'ê got.

Bi saya wî hevkarîya transatlantîk nêzîk hev e, NATO xurt e û Amerîa jibo me hevpareke baş û pêbawer e. Biryara wî ya ku careke din nebe berbijar cihê pênasînkirinê ye."

Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer:

"Ez rêzê li biryara Serok Biden digirim û ez li bendê me ku em di dema mayî ya seroktîya wî de bi hev re kar bikin," Starmer di daxuyanîyekê de got.

"Wekî wî çawa di dirêjîya karîreyê xwe yê berçav de kiriye, ez dizanim ku Serok Biden biryara xwe daye li ser bingeha tiştê ku ew bawer dike di berjewendîya gelê Amerîkî de ye."

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez:

"Hemû hezkirin û pêzanîna min jibo biryara wêrek û birûmet ay Serok Joe Biden heye. Bi saya biryarderî û rêbertîya xwe, Amerîka piştî pandemîya (COVID) û êrîşa cidî ya ser avahîya Kongresê krîza aborî derbas kir, û di piştgirîya xwe ya ji bo Ukraynayê de li hember êrîşa Rûsyayê ya Putin bûye mînake. Nîşaneke mezin ji serokekî mezin e ku herdem jibo demokrasî û azadîyê têkoşîne kiriye."

Serokwezîrê Îrlanda Simon Harris

"Bi navê gel û hikûmeta Îrlandayê, ez dixwazim spasîya we bikim birêz Serok bikim jibo rêberîya we ya cîhanî û dostanîya we dema ku tu ragihandina xwe dikin ku tu dê di hilbijartinên serokatîya Amerîkayê yên 2024'an de cih negire," Harris ser X got.

"Joe Biden di hemû erkên xwe de herdem dengek bihêz û xebatkarekî dilxwaz bû bo aştîyê li girava Îrlandayê, û welatê me jibo vê yekê deyndarê wî ye."

"Serok Biden dengê aqilmendî, piralîbûna bibandor û çareserîyên hevbeş bû," Harris got.

Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov ji ajansa SHOT ya nûçeyan re:

"Hîn ji hilbijartinan re çar meh mane, û ev demek dirêj e ku tê de gelek tişt dikarin werin guhertin. Divê em sebirdar bin û bi baldarî çavdêrî bikin ka wê çi biqewime. Ya pêşîne jibo me operasyona leşkerî ya taybet e," mebesta Peskov şerê li Ukraynayê bû.

Serokwezîrê Norwêc Jonas Gahr Stoere:

"Ez rêzê li biryara Serok Joe Biden ya ku ji bo careke din nabe berbijar digirim. Ew dibêje ku bi biryara xwe ew dixwaze welêt bide pêş xwe. Ev yek cihê rêzê ye," Stoere ji ajansa Reuters re got.

"Joe Biden di çend dehsalan de yek ji siyasetvanên Amerîkî yên herî xuya bû bû, ew serokek bû ku çend reformên girîng pêk anîne. Ez bi taybetî pesnê wî jiber rêbertîya wî di NATO de didim û li bendê me ku bi Biden re wekî serokê Amerîka heta dawîya Rêbendanê kar bikim."

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk:

"Birêz Serok Joe Biden, te gelek caran biryarên dijwar dan ku bi wan Polonya, Amerîka û cîhan ewletir bûn, demokrasî û azadî hêzdartir bûn. Ez dizanim ku tu ragihandina biryara xwe ya dawî bi heman prensîpan stand. Reng e ku ya herî zehmet di jiyana te de."

Serokwezîrê Çek Petr Fiala:

"Bêguman ev biryara siyasetvanî ye ku bi dehên salan xizmeta welatê xwe kiriye. Ev gaveke berpirs û di asta kesîtî de dijwar e, lê ew bêtir nirxdar e. Ez hêvîdar im ku serokek baş ji Amerîka re ji nav kêbirkeya demokratîk ya du berbijarên xurt û wehkev derkeve.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG