Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Kêbirkeya Seroktîya Amerîka Vedikişe û Piştgirî Dide Harris


Serokê Amerîkî Joe Biden îro Yekşemê ragihand ku ew êdî berbijartîya xwe jibo gereke duyê ya hilbijartinên seroktîya Amerîkayê betal dike.

Biden yê 81 salî di daxuyanîyekê de got, "li vê dema ku niyeta min ew bû ku ez dîsa jinûve-hilbijartinê bidest bixim, ez bawer dikim ku di berjewendîya herî baş ya partîya min û welêt de ye ku ez paşve vekêşim û balê bidim bicihanîna erkên xwe wekî Serok heta dawîya gera xwe."

Dema seroktîya Biden 20'ê Rêbendana 2025'an bidawî dibe.

piştî belavbûna daxuyanîya Biden bi çend xulekan, wî di postekê de ser malper X (berê Twitter) got ku ew piştgirîya cîgira xwe Kamala Harris dike û bang li Demokratan kir ku wê bikin berbijara partîyê jibo hilbijartinên 5'ê Mijdarê.

"Êdî dem e ku em werin ba hev û Trump têk bibin," Biden di posta xwe de got.

Biden di daxuyanîya xwe de herwiha got ku ewê wexteke din vê hefteyê axaftinekê pêşkêş bike.

Kongreya Demokrat ya Niştimanî Tebaxê li bajarê Chicago lidar dikeve û li wir ewê berbijar bi fermî were ragihandin.

Berî ragihandina îro ya serokê Amerîkî, gelek berpirs û rêberên partîya Demokrat bang li Biden dikir ku êdî ji kêbirkeya serokatîyê vekişe. Wan banga xwe dispart rewşa saxlemîya Biden, bi taybet piştî performansa wî ya lawaz di gotûbêja meha borî ligel berbijarê Komarî Donald Trump de û paşê jî ketina wî hefteya borî bi vîrusa Koronayê.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG