Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Pêşbirka Seroktîyê Vekişe. Çi Dê Piştî Vê Yekê Bibe?


Serokê Amerîkî Joe Biden roja Yekşemê ragihand ku ewê ji kêbirkeya hilbijartinên serokatîya Amerîkayê vekişe.

Biden piştî ragihandina xwe piştgirî da Cîgira Serok Kamala Harris jibo bibe berbijarîya Partîya Demokrat.

Berî ku Biden biryara xwe bide, ajansa Reuters ligel Elaine Kamarck axivî. Kamarck şîrovekara Enstituya Brookings, endama Komîteya Niştimanî ya Partîya Demokrat, û nivîskara pirtûka bi navê “Primary Politics” e ya derbarê prosesa berbijarîya serokatîyê li Amerîkayê.

Pirs: Niha dê çi bibe?

Bersiv: Biden di çend mehên dawî de piştgirîya dora 4,000 delegeyên Demokrat di pêşhilbijartinan de bidest xist.

Ew delege bi awayekî asayî dê di Kongreya Demokrat ya Niştimanî de bi fermî Biden bikin berbijarê Partîya Demokrat jibo serokatîyê. Kongre 19-22 Tebaxê li Chicago lidar dikeve. Lê ti qanûn tune ne ku bihêlin ew bi zorê deng bidin. Delege dikarin di Kongreyê de deng bidin kesê ku bixwazin. Ev tê wê wateyê ku ew dikarin deng bidin kesekî din.

Ligel vekişîna Biden, ew bi karîgerî delegeyên xwe jidest dide. Dibe ku ev yek pêşbazîyekê di navbera berbijarên din yên komarîyê jibo namzetîyê de peyda bike.

Pirs: Kî dikare cihê Biden bigire?

Bersiv: Çend berbijar dikarin têkevin nav pêşbirkê.

Cîgira Serok Kamala Harris di serê lîsteyê de ye, lê ew bi xwe jî rûbirûya gelek probleman bûye ji dema ku dest bi karê xwe kiriye. Destûra Amerîkî dibêje ku cîgirê serok êdî dibe serok eger serokê heyî bemire yan nema karibe bi erkê xwe rabe, lê ew behsa prosesa di nav partîyê de jibo bijartina berbijar nake.

Walîyê California Gavin Newsom, Walîya Michigan Gretchen Whitmer, Walîyê Kentucky Andy Beshear û Walîyê Illinois J.B. Pritzker wekî navên pêkan derketine holê ku cihê berbijarîya Biden tijî bikin. Heta niha van kesan piştgirîya Biden di kempeyna wî ya nûvehilbijartinê dikir.

Pirs: Wê çawa berbijarek were bijartin?

Bersiv: Dibe ku kêbirkeyek di navbera hermû Demokratên payebilind dibe çêbibe ewên ku dixwazin bibin berbijar.

Li gor Ballotpedia, tê pêşbînî kirin ku 4,672 delege sala 2024'an hebin, di nav wan de 3,933 delegeyên ku soz dane û 739 delegeyên super – anku endamên payebilind yên partîyê.

Jibo ku namzetî were misogerkirin, kandîd pêdivî bi bidestxistina piranîyê heye, anku bêtir ji dengên hemû kandîdên din ligel hev.

Eger ti kes nikaribe vê yekê pêk bîne, wê çaxê delegeyên Kongreyê dikevin nav danûstandinan de ligel rêbertîya partîyê. Piştre, dê hinek qanûn werin danîn û dengdan ser berbijaran were kirin.

Dibe ku çend gerên dengdanê werin kirin heta ku kesek piraîyê bidest bixîne û bibe berbijar. Cara dawî Kongreyek bi vî şêweyî sala 1952an pêk hat, dema ku Demokratan nikarîbû berbijarekî di gera yekê ya dengdanê de bidest bixin.

Pirs: Dê çi bi pereyên kempeyna Biden were?

Bersiv: Kempeyna Biden-Harris 91 milyon dolar dawîya Gulanê de bankê de hebû, lê pisporên qanûna darayî yên kempeynan ne hevbîr in çawa ew pere demûdest ji berbijarekî biçe bo berbijarek din.

Jiber ku Harris berê li ser belgeyên darayî yên kempeyna Biden e, gelek pispor bawer dikin ew pere dikare were veguhestin bo wê wekî ku ew hîn ligel kempeyna Biden be. Lê gengeşe derbarê wê yekê heye ku divê Biden pêşî bi fermî bibe berbijarê partîyê berî ku ew veguhestin were kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG