Dermanên xwezayî, anku pijîşkîya alternatîf, jibo derbiderên Efrînî bûye hêvîyeke nû ya dermankirina hin nexweşîyan. Li penageha Şehba hem navendeke jibo çandin û komkirina gîyayên xwezayî hatîye vekirin, hem jî pisporên ku ji mêj ve bi karê dermanên xwezayî ve mijûl in, alîkarîya gel dikin.