Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Şewata Daristanên Efrînê Çi Ne?


Dîmenek arşîvê ji Efrînê.
Dîmenek arşîvê ji Efrînê.

Ev çend roj in ku agirên mezin bi çîyayên her du navçeyên herêma Efrînê, Reco û Bilbilê, ketine û deverên berfireh şewitîne.

Jêderekê ji hundirê herêmê, ku jiber sedemên ewlehîyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re ragihand ku agirên mezin ji roja Duşemê ve bi dar û daristanên Çîyayê Qerebêlê li gundên Bilîlko, Edema û Sêmala ketiye.

"Ti alî jibo agirkujîyê bi hawara gundîyan ve nehatine û ew bi derfetên xwe yên hindik hewil didin agiran vemirînin," jêderê got.

Çalakvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo jî da zanîn ku pirtir ji 20 hektar zevî ji baxçeyên zeytûn û kîrazê herwiha daristanên xwezayî di van agiran de şewitîne.

Îbrahîm Şêxo
Îbrahîm Şêxo

"Devera ku agir pêketiye di bin kontrola koma çekdar ya bi navê (Feyleq El-Şam) de ye. Herwiha bingehên artêşa Tirk jî li wir hene û ev binpêkirin li pêş çavên leşkerên Tirk tê kirin. Komên çekdar û Erebên ku li herêmê hatine cîh kirin, jibo bazirganîya bi êzing û komirê agiran berdidin zevî û daristanan," Şêxo got.

Çavkanîyên xwecîhî herwiha îdia dikin ku ti tîmên agirkujîyê destêwerdan nekirine û rêxistina Berevanîya Sivîl ku bi navê Kumên Sipî tê zanîn, bi xemsarîyê tawanbar dikin ku ew rêxistin bi sedema ku dever çîyayî ye, tîmên xwe naşîne deverê.

Dengê Amerîka xwest bersîva rêxistina Kumên Sipî derbarê tawanbarkirina wan bi xemsarîyê di vemrandina agiran de bigire, lê wan heta amadekirina vê raportê ti bersîv neda Dengê Amerîka.

Şêxo îdia dike ku di nava 6 salên ku dagirkirina Tirkîyê ya Efrînê destpê kiriye, agir tim bi zanabûn li çîya û newalên herêmê tên vêxistin û armanca wê jî koçberkirina Kurdên mane û guhertina demografîk e.

"Dar û daristanên me bi destê komên çekdar û di bin sîya dagirkerîya Tirkîyê de tên şewtandin. Ew dixwazin herêm bibe çolistan û derfetên pêjîyanê jibo welatîyên Kurd yên mane jî teng bikin û wan birçî bikin, da ku ew jî berê xwe bidin koçberîyê," Şêxo got.

Hin çalakvanên jîngehparêz jî hişyarîyê didin ku binpêkirinên berfireh yên li ser xwezaya Çîyayê Kurmênc tên kirin wê encamên neyînî derxîne holê.

Memdûh Topal
Memdûh Topal

Pisporê çandinîyê û daristanan, endazyar Memdûh Topal ji Dengê Amerîka re dibêje ku birîna daran û şewtandina daristanan li Efrînê, metirsîyên demdirêj li ser xweza û jîngehê çêdikin.

"Dagirker û talankerên niha li Efrînê herêmên xwe xirab kirin û hatine herêma me. Ew bi kîn û nefret nêzîkî xwezaya Efrînê dibin, daristananan qir dikin ku ev yek zemînê tazî dike, loma ax dişimite û lat derdikevin, zarara vê yekê jî li ser jîngeh û xwezayê pir mezin e û demdirêj e," Topal got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor raporteke berê ya rêxistina (Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê), darên 114 cîhên xwezayî li Efrînê bi kêyfî hatine birîn û şewtandin.

Herwiha, hin raportên medyayî jî îdia dikin ku ji sala 2018'an de mîlyonek û 500 hezar dar li Efrînê hatine birîn û ji sedî 43 rûbera daristanan hatiye çol kirin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG