Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çi Bandora Operasyona Tirkîyê ya li Herêma Kurdistanê Ser Rojava Heye?


Operasyona berfireh ya Tirkîyê li Herêma Kurdistana Îraqê di meha xwe ya duyê de, bi anîna çekan hîn jî didome.

Şîrovekarê leşkerî Dr. Ezedîn Temo dibêje ku Tirkîyê di vê operasyonê de bi sedan êrîş pêk anîne û zararên mezin gihandine gund û deverên ku operasyon tê encamdan.

Temo ku berê serbazekî hêzên Pêşmerge bûye li ser armancên operasyona Tirkî ji Dengê Amerîka re axifî.

Dr. Ezedîn Temo, Şîrovekarê leşkerî
Dr. Ezedîn Temo, Şîrovekarê leşkerî

"Armanca Tirkîyê ne PKK'ê ye, lê li ku derê be ew dixwaze zararê bighîne Kurdistanê, gundî dibin zararmendên van êrîşan. Ev bû 40 sal ku PKK'ê li van deveran e û dizane xwe çawa biparêze, Tirkîye dixwaze bi operasyonên leşkerî pirsgirêkên xwe yên hindurîn derxîne derve."

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî operasyona Tirkî destpê bike, serokê Tirkîyê Erdogan di meha Nîsanê de serdana Bexda û Hewlêrê kiribû. Li gor daxuyanîyên wê demê, Tirkîyê bi karbidestên Îraqê û Herêma Kurdistanê re giheştibû hin lihevkirinên ewlekarî û aborî.

Di vê derbarê de şîrovekarê aborî Çeleng Omer dibêje ku armanca Tirkîyê ji vê operasyona leşkerî li kûrahîya erdê Herêma Kurdistanê de vekirina rêya bazirganîyê ya di ser herêma Kurdistanê re ye.

"Hikûmeta Îraqê berî salekê jibo girêdana bendera El-Faw li kendavê bi Tirkîyê re projeya Rêya Pêşvebirinê ragihandibû. Jibo vê projeyê jî dewleta Tirk dixwaze dergehê Ovakoy veke û di ser herêma Kurdistanê re xwe bighîne Tilefer li Mûsilê, loma vê operasyonê dike."

Her di derbarê vê operasyona Tirkî û bandora wê li ser Rojava de, Omer dûr nabîne ku ji armancên Tirkîyê ye her du herêmên Kurdan li Îraq û Sûrîyê ji hev qut bike.

Çeleng Omer, Aborîzan.
Çeleng Omer, Aborîzan.

"Artêşa Tirk deverên fireh li Duhokê kontrol kirine ku nêzîkî sînorê bi Sûrîyê re ne. Loma metirsî heye ku Tirkîye givaşê bike da ku derîyê Sêmalka jî bigire ku Rojava û Başûr ji hevdu qut bike. Gaveke wiha herwiha pêgeha wan ya aborî û sîyasî jî lawaz dike û Kurd li derveyî rêketinên rêyên bazirganîyê dimînin," Omer got.

Temo jî diyar dike ku Rêya Pêşvebirinê di berjewendîya Tirkîyê de ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku rê di nava sînorên wê re derbaz bibe.

Lê, Temo bawer nake ku ti bandora vê yekê li ser Rojava hebe, "Eger ev rê di nava erdê herêma Kurdistanê re derbaz bibe pir baş e jiber ku rê tê guhertin û dikeve sûda herêmê. Lê, dîsa jî Tirkîye çiqas li wê deverê be nikare zararê bighîne Rojava û destê xwe bi ser rêya çûnûhatinê ya Fişxabûrê jî ku ew negiheştiye wê deverê."

Hêjayî balkişandinê ye ku karbidestên Tirkîyê îdîa dikin ku operasyonên wan li Îraq û Sûrîyê li dijî "terorê" û jibo parastina "ewlehîya netewî" ya Tirkîyê ne.

Lê hin çalakvanên Kurd îdia dikin ku Enqere vê yekê dike behane û nakokîyên alîyên Kurdî jibo armancên xwe yên destdanîna ser erdên li derveyî nexşeya Tirkîyê bikar tîne.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG