Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Şaredarîyan li Bakur Rojhilata Sûrîyê Hatin Paşxistin


Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku hilbijartinên şaredarîyan ku biryar bû di 11'ê Hezîranê de pêk werin, jibo meha Tebaxê hatin paş xistin.

Komîserîyê bi daxuyenîyekê da zanîn ku biryara paşxistinê li ser daxwaza hin partî û hevpeymanîyan hatiye standin, ku tengbûna dema bangeşeyê weke sedema vê biryarê hatiye destnîşan kirin.

Hisên Bedir, Endamê Komîteya Sîyasî ya Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (El-Wihdê), ku ew ji partîyê daxwaza paşxistina hilbijartinan kirine, helwesta partîya xwe di vê derbarê de şîrove kir.

Hisên Bedir.
Hisên Bedir.

"Em weke partî xwedî sîyaseteke rîalîst in, em naxwazin gelê xwe bixin bin metirsîyan de û xwesteka me parastina herêmên me ye, bi taybet li beramber dijminekî weke Tirkîyê ku êrîşî herêmên me dike, loma ti pirsgirêk li cem me tuneye eger partîyên di hilbijartinan de beşdar li ser paşxistina wan li hev bikin, wê demê emê bi biryarê pabend bin".

Hêjayî gotinê ye ku hin alîyên bi ser opozisyona Sûrî ve li dijî van hilbijartinan derketibûn, weke Hemahengîya Niştimanî ku navenda wan Tirkîyê ye, herwiha Desteya Hevrêzîyê ku navenda wê Şam e, ku her du alîyan hilbijartin bi ne rewa bi nav kiribûn.

Ji alîyê xwe ve Tikrîyê li ser zarê çend karbidestan gefa êrîşan li dijî bakurê Sûrîyê xweribûn eger hilbijartin pêk werin û îdîa kiribûn ku ev hilbijartin gef e li ser ewlekarîya wan.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî ragihandibû ku pêkanîna hilbijartinên şaredarîyan li herêmê mijareke navxwe ya Sûrîyê ye, bi mebesta başkirina xizmetkarîyan e û ti gefê li ewlekarîya ti alîyan çênake.

Di çend rojên borî de artêşa Tirk bi dron û topavêjan çend deverên bakurê Sûrîyê armanc girtibûn, weke Mibic, Eynîsa, Kobanê, Til Temr û Til Hemîs.

Herwiha, Amerîka li ser zarê berdevkê Wezareta Derve Vedant Patel helwesta xwe ji hilbijartinên li Sûrîyê çêbibin, ragihandibû.

Wî gotibû ku, "Her hilbijartinên ku li Sûrîyê çêbibin, divê azad, dadmend, zelal û hembêzkar bin, wek ku di biryara 2254'an (ya Neteweyên Yekbûyî) de tê xwestin û em bawer nakin ku di dema niha de şert û mercên hilbijartinên wiha li Bakur Rojhilata Sûrîyê hene".

Di vê derbarê de rojnamevan Seyredîn Yûsif bal kişand ku, helwesta Tirkîyê û ya opozisyonê çaverêkirî bû, ku ew li dijî her pêngaveke Rêvebirîya Xweser in, lê ya girîng di vê çarçovayê de helwesta Amerîkî ye.

Rojnamevan Seyredîn Yûsif.
Rojnamevan Seyredîn Yûsif.

"Hemû helwestên navxweyî, herêmî û navnetewî ku li hember hilbijartinan derketin divê berçav bên girtin, lê ya herî girîng helwesta koalîsyona navdewletî bi serkêşîya Amerîka ye ku ji pêkanînan hilbijartinan nerazî bû, loma bi nêrîna min paşxistina hilbijartin baştir e".

Yûsif herwiha got, "Dixwazim em weke Kurd sûdê ji ezmûna referandûma serxwebûnê ya herêma Kurdistana Îraqê sala 2017an bigirin, ku herêm ta îro baca wê biryara şaş dide".

Hêjayî bîrxistinê ye ku biryara pêkanîna hilbijartinên şaredarîyan piştî danîna Peymana Civakî ya nû dawîya sala borî hatibû standin.

Herwiha, eve cara duduyê ye ku dema pêkanîna van hilbijartinan tê paş xistin, ku cara pêşî biryarbû di 30'ê Gulanê de bihatina lidar xistin.

Paşxistina Hilbijartinên Bakur û Rojhilata Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG