Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Rojava Navbera Gefeyên Enqere û Peyamên Washington


Hilbijartinên ku tê çaverêkirin 11'ê Hezîranê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pêk werin êdî ser asta herêmî û navnetewî bûne mijareke germ.

Dengdana ku li ber e hefteya bê lidar bikeve dê li wan deveran be ewên li jêr kontrola Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de ne. Ev dever ji nav çend salên dawî de ji alîyê hêzên Kurdan û hevalbendên wan tê birêvebirin.

Lê Tirkîyê bi tundî darxistina van hilbijartinan red dike û nîşana pêkanîna operasyoneke leşkerî li bakurê Sûrîyê dide, eger ev hilbijartin pêk hatin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan hefteya borî got ku ewê “qet nehêle devereke terorîst li Sûrîyê çêbibe.”

Hikûmeta Tirkîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û alîyên din yên girêdayî HSD wekî rêxistinên terorîst dibîne. Lê ev kom di çend salên dawî de bûne hevparên girîng yên Amerîkayê di çarçoveya şerê dijî rêxistina DAIŞ’ê.

“Me berê tiştê ku divê hember rewşa de fakto were kirin kiribû û emê ne dudil bin ku kiryarekê bikin eger em dîsa rastî heman rewşê bûn,” Erdogan got.

Amerîka jî hefteya borî got ku niha ne dema darxistina hilbijartinan li Sûrîyê ye.

Çi hilbijartinên ku li Sûrîyê pêk werin, divê azad, dadmend, zelal û berfireh bin, wekî ku di biryara Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî 2254 de hatiye, û em bawer nakin ku nîrên jibo hilbijartinên wisa li bakur û rojhilatê Sûrîyê vê gavê hene, Cîgirê Berdevkê Wezîrê Derve Vedant Patel roja Înê got.

Biryara Civata Ewlekarîya NY ya hejmara 2254, ku sala 2015’an hatibû erêkirin, banga veguhestineke siyasî dike jibo dawîanîna şerê li wî welatî.

“Em ev yek gihandiye hejmareke alî li bakur û rojhilatê Sûrîyê, di nav de jî Rêvebirîya Xweser, û me bang li wan kiriye ku pêkanîna hilbijartinan vê demê nekin,” Patel got.

Lê karbidestên Kurd dibêjin darxistina hilbijartinên li devera wan ne li dijî prensîpên cihbicihkirina biryara NY ye.

“Biryara 2254 di asta siyasî de behsa hilbijartinên giştî li Sûrîyê dike, ne hilbijartinên şaredarîyan yên jibo xizmetguzarîyê ye,” Luqman Ehmê, endamê desteya Meclîsa Sûrîya Demokratîk, ji Dengê Amerîka re got.

“Gerek cudakirinek hebe. Ev yek bi wê biryarê ve ne girêdayî ye. Eger em bimînin heta ku çareserîyeke siyasî li Sûrîyê çêbibe, belkî piştî 10 salên din be,” Ehmê da zanîn.

Amy Austin Holmes, profesora karûbarên navnetewî li Zanîngeha George Washington, got divê Amerîka piştgirîya hilbijartinên azad û dadmend li bakur û rojhilata Sûrîyê bike.

“Amerîka xwedî dîrokeke dirêj ya piştgirtina hilbijartinên azad û dadmend li seranserê cîhanê ye, di nav de jî li civakên parçebûyî wekî Almanya Rojavayî li dema Cenga Sar. Amerîka piştgirîya hilbijartinan li Almanya Rojavayî kir wekî gaveke girîng jibo veguhestina ber bi demokrasîyê ve, tevî ku Almanya Rojhilatî li jêr kontrola Sovyetê bû. Li Sûrîyê jî, deverên jêr kontrola rejîmê piştgirîya Rûsyayê dibînin. Divê ev jî bibe sedem ku Amerîka piştgirîya hilbijartinên azad û dadmend li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bike,” wê ji Dengê Amerîka re got.

Tevî ku hîn jî biryar ew e hilbijartin hefteya bê pêk werin, çar partîyên Kurd ku di dengdanê de beşdar dibin, roja Sêşemê daxwaz ji komisyona xwecihî ya hilbijartinan kiriye ku hilbijartin were paşxistin.

Lê, Mesut Yegen, zanyarê siyasî li Enstituya Reform li Stenbolê, dibêje ew pêşbînî nake ku ev daxuyanîyên Amerîka û Tirkîyê bibin sedema paşxistina hilbijartinan

“Demeke gelekî kêm heta 11ê Hezîranê maye, û eger pêk hatin, ez pêşbînî nakim ku Tirkîyê bi awayekî leşkerî bersivê bide,” Yegen ji Dengê Amerîka re got.

Komên opozisyona Sûrî ya ser bi Tirkîyê ve jî bi tundî hember darxistina hilbijartinan derketine û banga xwepêşandanan li deverên jêr kontrola wan kirine. Lê hikûmeta Sûrî heta niha ti daxuyanî derbarê hilbijartinan dernexisitye.

Hinek agahîyên raportê bi rêya Mahmut Bozarslan ji Beşa Tirkî yê Dengê Amerîka hatine.

XS
SM
MD
LG