Ev bûye çend hefte ku artêşa Tirkîyê devera derdora bendava Tişrînê ya ser çemê Feratê bi dron û êrîşên esmanî dike armanc.
Wezîrê karûbarên pêkhateyan li hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê banga parastina Tirkmenan li Sûrîyê kir û got ew hêvî dike mafê ti neteweyê di Sûrîya nû de nayê binpêkirin.
Di salên şerê navxweyî li Sûrîyê de ku 2011’an destpê kir, bi dehan komên çekdar hatin damezrandin ku armanca wan yan şerê rejîma Esed bû yan jî parastina civakên xwecihî.
Federalîzm yek ji wan daxwazên ku hinek alîyên Durzîyan piştî ketina rejîmê banga wê dikin.
Wezareta perwerdeyê ya hikûmeta demkî li Sûrîyê roja Çarşemê ragihand ku ewê guhertinan di rêbazên xwenda fermî li welêt de bike, kêmî mehekê piştî ketina rejîma Beşar el Esed.
Hinek pispor dibêjin ku dibe ku HTŞ qonaxa veguhêz bikar bîne jibo xurtkirina desthilata xwe. Hinekên din jî diyar dikin ku dema pêşniyarkirî nêzîkî rastîya li ser erdê ye piştî 13 salên şer.
Alîyên siyasî yên Kurd li Sûrîyê kar dikin jibo pêkanîna şandeke hevbeş bo nûnertîya daxwazên Kurdan ligel rêberên nû yên Şamê, piştî ketina rejîma Beşar el Esed.
Koma mîlîtan Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) piştî ketina rejîma Sûrî desthilata xwe li nav welêt xurt dike, lê gelek welatîyên Sûrî jiber bandora hêzên radîkal li nav rêxistina Îslamî xembar in.
Di operasyona kontrolkirina bajarê Helebê ya Sûrîyê de hejmareke komên çekdar beşdar bûn. Gelo ev kom kî ne û armanca wan çi ye? Ev vîdyo agahîyan derbarê van koman dide
Serokê hilbijartî yê Amerîka hemû postên kabîneya rêvebirîya xwe ya nû destnîşan kiriye û niha li benda erêkirina wan li Civata Senatoyê ye. Bêtir zanîn û agahî di vê vîdyoyê de bişopînin.
Li seranserê cihên ku neft li Rojava lê peyda dibe, parzûnên demkî hatine danîn bi mebesta hilberîna petrolê. Lê pispor dibêjin, dibe ku ziyanên vî karî bi gelekî ji sûdên wî pirtir bin.
Li Florida dengdana hilbijartinên Amerîkayê ji serê sibê ve birêve diçe. Li vê wîlayetê dora 14 milyon dengderên tomarkirî hene ku bêtirî nîvê wan dengên xwe bi awayekî pêşdem dane.
Leşkerîya Amerîkî vê hefteyê çend bingehên koma terorîst DAIŞ li Sûrîyê kir armanc. Pispor dibêjin ev yek nîşan e ku DAIŞ di demên dawî de hinek hêza xwe vegerandîye.
Çend roj berî hilbijartinên seroktîyê her du berbijar mesajên xwe yên dawî didin hilbijeran
Hefteke berî hilbijartinên seroktîyê her du berbijar mesajên xwe yên dawî didin hilbijeran
Nûçeyên herî girîng yên girêdayî hilbijartinên seroktîyê li Amerîka. Berbijarên Serokatiya Amerîka bo hilibjartinên 2024ê li wîlayetên giring helmetên xwe berdewam dikin.
Nûçeyên herî girîng yên girêdayî hilbijartinên seroktîyê li Amerîka.
Di rojên borî de tirs li nav gelek Lubnanîyan derketiye ku hebûna van derbideran metirsîyên ewlekarî yên nû bîne holê.
Pirtir bar ke