Hêzeke mezin ya ser bi Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) roja Çarşemê hewl da ku derbazî bajarê Suweydayê li başûrê Sûrîyê bibe, lê hêzeke xwecihî ya Durzîyan rê li ber wan girt û nehişt ku ew devera bi piranî Durzî ye kontrol bikin.
Ew cara duyê bû ji dema ketina rejîma Sûrî ku hêzên çekdar yên Durzîyan nahêlin ku hêzên ser bi deshilata nû ya Şamê ve derbazî parêzgehê bibin.
Ev pêşketin di demekê de ku gelek axaftin ser siberoja Durzîyan tê kirin. Durzî ku dora 3 ji sedî ji hejmara welatîyên Sûrî pêk tînin, Suweyda wekî bingeha xwe ya serekî dibînin, tevî ku rûniştvanên Durzî li Şamê û hinek deverên din yên parêzgeha Hamayê jî hene. Ji bilî Sûrîyê, Durzî li Lubnan û Îsraîlê jî hene.
Beha el Cemal, fermandarê yek ji hêzên serekî yên Durzîyan, got ku ewê rê nedin ti alîyekî ku bi tena xwe û bêyî kordînasyon derbazî parêzgeha wan bibin.
“Wan di şeva sersalê de hewl da ku derbaz bibin, dema ku xelk mijûlê pîrozbahîyên sala nû bûn. Me dît ku niha dem ne guncav e ku ti hêz derbazî devera me bibe, jiber ku hîn rewş li ser asta hemû Sûrîyê ne aram e,” el Cemal ji kanala Rûdaw re got.
Wî herwiha da zanîn ku di peywendîyekê de ligel rêberê ola Durzî Şêx Hikmet El Hicrî de, biryar hate standin ku nehêlin ti hêzên çekdar di vê qonaxê de li parêzgeha Suweydayê bicîh bibin.
"Eger ti alî hewl bide ku bi hemahengî vê deverê kontrol bike, hingê emê daxwaza federalîzmê bikin," el Cemal got.
Federalîzm yek ji wan daxwazên ku hinek alîyên Durzîyan piştî ketina rejîmê banga wê dikin.
Demûdest piştî ketina rejîma Beşar el Esed, rêberê Durzîyan yê Lubnanî Welîd Canpolat serdana Şamê kir û ligel rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed el Şeri’ kom bû. Çavdêr dibêjin ku Canpolat peyam gihandiye rêberên nû yên Sûrîyê ku mafên Durzîyan li welêt werin parastin.
Rêberê olî El Hicrî jî di çend rojên dawî de dibêje ku nenavendîya siyasî û îdarî baştirîn çareserî ye jibo qonaxa siberojê li Suweyda û seranserê Sûrîyê.
Ramî Zeynedîn, çavdêrê siyasî ku ji Suweydayê ye, ji Dengê Amerîka re got ku stratejîyeke hevbeş li cem hemû alîyên Durzîyan tuneye û ev yek jî dibe sedema nezelalîya daxwazên wan.
“Ji dema ketina rejîmê ve Suweyda ne ji derveyî kontrola hikûmeta navendî ye, lê pirsgirêk ew e ku li vê parêzgehê nûnertîyek tuneye ku danûstandinê ligel desthilatdarên nû yên Şamê bike,” wî got.
Zeynedîn diyar kir ku liv û tevger li ser çend astan li Suweydayê tên kirin, lê ne bi şêweyekî kordînekirî.
“Ji alîyekî ve rêbertîya olî bi serkêşîya Hikmet el Hicrî rolekê dilîze ku him kevin û him jî karîger e. Ji alîyekî din ve hêzên çekdar hene ku wan jî rola serekî di derxistina hêzên rejîma ji Suweydayê de list Herwiha tevgera sivîl heye ku bêtirî salekê çalakî dijî rejîma berê dikir.”
Zeynedîn herwiha da zanîn ku di vê qonaxa nazik de pêwistîya Durzîyan bi bereyeke yekbûyî û hevbeş heye, jiber ku gelek alî hene dixwazin ku vê cudahîyên di navbera alîyên Durzî de di berjewendîya xwe de bikar bînin.