Rêberê dîfakto li Sûrîyê Ehmed el Şeri' ragihand ku lidaxistina hilbijartinan li Sûrîyê piştî ketina rejîma Beşar el Esed dibe ku heta çar salan jî pêk neyê.
Di hevpeyvînekê de ligel televizyona el Erebiya ya Saudî, el Şeri' roja Yekşemê got ku nivîsîna destûreke nû li Sûrîyê dibe ku heta sê salan dirêj bike. Axaftinên rêberê Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) di nav Sûrîyan de yekser bûn cihê nîqaş û gengeşeyan.
Hinek pispor dibêjin ku dibe HTŞ qonaxa veguhêz bikar bîne jibo xurtkirina desthilata xwe. Hinekên din jî diyar dikin ku dema pêşniyarkirî nêzîkî rastîya li ser erdê ye piştî 13 salên şer.
HTŞ, ku wekî şaxê Sûrîyê yê rêxistina el Qayîde dihat nasîn, hêza serekî ya serhildayan ku beşdarî operasyoneke 11-rojî bû. Di encama wê kemepynê de rejîma Esed 8'ê vê mehê hate rûxandin.
Enwer el Bunnî, rêvebirê Navenda Sûrî ya Lêkolînên Yasayî, got ku dema diyarkirî jibo destûreke nû û hilbijartinan mentiqî ye.
“Em nikarin behsa destûreke nû û hilbijartinan bikin li vê dema ku Sûrî li seranserê cîhanê belawela bûne,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Li gor Neteweyên Yekbûyî, bêtirî 14 milyon Sûrî ji destpêka şer, sala 2011an ve ji cih û warên xwe derketine. Dora 7.2 milyon Sûrî li hundirê welêt derbider bûne û 5.5 milyon jî li welatên cîran û cihên din bûne penaber.
El Bunnî got ku divê penaberên Sûrî vegerin malên xwe, xizmetên seretayî misoger bikin heta ku karibin hizra paşeroja xwe ya siyasî bikin.
“Ji 3 heta 5 salan demeke realîstîk e berî ku Sûrî bi tevahî amade bin ku dengdanê bikin û beşdarî siyastê bibin. Pêdivîya me bi desteyeke serbixwe ya hilbijartinan û partîyên siyasî heye, û heta ku ew yek pêk were amadekarîyeke baş pêwîst e,” wî da zanîn.
Ji alîyê xwe ve, Emmar Ebdulhemîd, çalakvanê Sûrî-Amerîkî û parlamenterê Kongreya Azadîya Cîhanî, ku rêxistineke piştgirîya demokrasîyê dike, got ku bendemana 4 salan berî pêkanîna hilbijartinan mentiqî ye, “madem ku hikûmeta veguhêz têra xwe pirreng e û bingeha hikûmeta demkî ji rexneyan re amade be li heman dema ku ew rêzê li mafên mirovan yên bingehîn digire.”
“Lê belê, eger ev dema çar salan were bikaranîn jibo ku postên girîng û dezgeh bi dilsozên Îslamî yên HTŞ û el Şeri' were tijîkirin, dibe ku êdî em li hember destdanîneke plankirî ya desthilatê bin,” Ebdulhemîd li ser platforma X’ê got.
“Pêkanîna hikûmeta veguhêz dê nîşaneke girîng be ka tişt bi ber ku ve diçin,” wî da zanîn.
Piştî ketina rejîma Esed, HTŞ hikûmeteke karbirêker destnîşan kir da ku karûbaran heta 1'ê Adarê birêve bibe. Ev hikûmet bi tevahî ji alîgir û dilsozên HTŞ pêk tê. Piştî 1'ê Adarê ewê proseseke veguhêz were destpêkirin. Di hevpeyvîna el Erebiye de, el Şeri' got ku konfranseke diyaloga niştimanî, ku plan e meha yekê pêk were, dê ser şikil û şêweyê hikûmeta veguhêz biryarê bide.
Parêzer el Bunnî got ku divê çarçoveyeke qanûnî hebe jibo ku welat di qonaxa veguhêz de were birêvebirin. Wî da zanîn ku pêwîstî bi destûreke demkî heye.
Hinek pisporên din dibêjin ku damezrandina sîstemeke piralî ya hikumranîyê jibo hemû Sûrîyan divê bi tevîkirina hemû alîyan di qonaxa veguhêz de destpê bike.
“Sûrî ne nezan in. Ew dizanin HTŞ ji ku ve hatiye, lewra ewê bixwazin ku piştrast bikin gotina wan di vê dema hestiyar de hebe,” Besam el Ehmed, rêvebirê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê, ji Dengê Amerîka re got.
Ehmed diyar kir ku xema Sûrîyan bi giştî ne dema çar salan, lê ka bi rastî çi dikare di nav van çar salan der were kirin.
“Eger niyet û viyana siyasî ya HTŞ hebe ku sîstemeke giştî damezrîne, tê de hemû Sûrî, di nav de jî Kurd û alîyên din, bi awayekî çalak beşdarî karûbarên welatê xwe bibin, hingê ez bawer nakim ku xelk xembar bin ku ev proses çend salan dirêj bike,” wî got.