Piştî 13 salan ji şerê navxweyî li Sûrîyê, vê dawîyê di pevçûnekê de ku tenê 13 rojan dirêj kir, HTŞê roja 8 mehê derbasî Dîmeşqê bû, û Beşar Esed revîya.
Serkirdeyê HTŞê Ehmed Şeri’ ku wek Ebû Mihemed el-Cûlanî dihat nasîn, niha serkirdeyê dîfakto yê Sûrîyê ye.
Piştî çend rojên ji coşa ketina Beşar Esed, li gorî gelek hin raporta, hin rûdanên tolhildanê bûn û xwepêşandanên doza demoqrasîyê li Dîmeşqê jî hebûn.
Wekî din çekdarên bi ser Tirkîyê ve êrîşî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin û ev 15 roj in şer û pevçûn berdewam in. Di wî şerî di li gorî Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan(SOHR) bêtir 150 êrîşkar û bi dehan şervanên HSDê hatin kuştin.
Gelo Sûrîyê ber bi şerekî navxweyî nû ye an wê desthilatdarên nû karîbin welatekî demoqratîk saz bikin?
Di Mijara Rojê de, sê mêvan vê yekê gotûbêj dikin.
Hevserokê partîya Kesk ya Demoqratîk Luqman Ehmê ku beşek ji Rêveberîya Xwerser e, dibêje nîşanîyên heyî piştî 3 hefteyan ji ketina rêjîma Esed ne erênî ne, û berê Sûrîyê ber bi alozîyê ve diçe.
Li alîyekî din, Rojnamevan Perwer Mîdî û Mesûd Mehemed rewşa navxwe ya Sûrîyê şîrove kir.
Mîdî dibêje ku “desthilatdarên nû yên Şamê tola mezhebî ji kêmpêkhata Elewî radike û ev dê rê ber bi şerekî navxweyî vedike.”
Wekî birêz Mihemed anî ziman ku bêyî sazkirina destûrekî nû ku hemû pêkhateyên Sûrîyê nasbike, wê rê li ber aramîyê li Sûrîyê girtî bimîne.