Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî HSD Sedemên Zêdebûna Êrîşên DAIŞ Şîrove Dike


Dîmeneke kampa Holê.
Dîmeneke kampa Holê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) du roj berê ragihandibû ku di nava vê salê de hejmara êrîşên DAIŞ’ê yên li Sûrîye û Îraqê li gor sala borî du qat zêde bûne û ew rêxistina tundrê hewil dide ku xwe jinûve ava bike.

Li gor daxuyanîya CENTCOM'ê, DAIŞ'ê di şeş mehên pêşî yên sala 2024'an de 153 êrîş li her du welatan pêk anîne û berpirsîya wan êrîşan girtîye ser xwe.

Mehmûd Hebîb, berdevkê Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, ku ji pêkhateyên nava Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye, sedemên zêdebûna êrîşên DAIŞ'ê ji Dengê Amerîka re şîrove kirin.

Mehmûd Hebîb
Mehmûd Hebîb

"Di serî de hebûna piştgirîya ji derve û hêsankirina derbazkirina sînoran, herwiha bidestxistina çekan û tevlêbûna çekdaran, ev bûna faktor ku DAIŞ hewil bide jinûve vegere. Di vê derbarê de Tirkîye dixwaze DAIŞ jinûve zindî bibe, mîlîşyayên Îranê jî ku li dijî HSD'ê ne vê yekê dixwazin."

Hebîb bal dikşîne ku torên veşartî û odeyên razayî yên DAIŞ hîn jî hene.

CENTCOM'ê dabû zanîn ku 2,500 endamên DAIŞ'ê li Sûrîyê û Îraqê çalak in û li Sûrîyê di şeş mehên îsal de bi hevkarîya HSD'ê 59 operasyonên dijî DAIŞ’ê hatine darxistin û 14 çekdarên DAIŞ'ê hatin kuştin û 92 jî hatine desteser kirin.

Li gor Michael Erik Kurilla, fermandarê CENTCOM'ê ku hefteya borî serdana Sûrîyê kiribû, têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê girêdayî têkoşîna hevbeş ya Koalîsyon û hevkarên wê ye.

"Ew têkoşîna hevbeş jibo armanckirina endamên DAIŞ'ê, ku dixwazin êrîşan li derveyî Îraq û Sûriyê pêk bînin û hewil didin endamên xwe yên girtî ji zindanê birevînin jî pir girîng e", Kurilla got.

Girêdayî nehiştina hewilên DAIŞ'ê ku xwe jinûve ava bike, fermandarê HSD'ê Hebîb got ku bi saya berhevkirina zanyarîyan, ew li ser DAIŞ'ê xwedîyê agahîyên xurt in.

"Di destê me de agahîyên girîng hene û em bi wan operasyonên dijî torên veşartî yên DAIŞ'ê li dar dixin û planên wan pûç dikin. Pisporî, kanîn û ezmûna şervanên me jî roleke mezin di têkoşîna li dijî bemahîyên rêxistinê û gurên tekane de dilîzin."

Medya Amerîkî pir caran radigihîne ku dora 900 leşkerên Amerîkî li bingehên Koalîsyonê li herêma Bakur Rojhilata Sûrîyê hene ku erka şerê DAIŞ'ê bi cîh tînin.

"Hevkarîya HSD'ê ligel Koalîsyonê pir girîng e jibo dûketina pey bermahî û torên veşartî yên DAIŞ'ê, ev hevkarî mijareke stratejîk e. Jibo ku ev karê hevbeş serketî be, divê hebûna Amerîkî li bakur rojhilata Sûrîyê pirtir be," Hebîb got.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistina DAIŞ'ê li pêgaha wê ya dawî li Baxozê sala 2019'an li ser destê HSD'ê û bi piştevanîya Koalîsyona Navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka hatibû têk birin.

Ji wê demê vir ve nêzî 10 hezar çekdarên DAIŞ'ê li zindanên bin kontrola HSD'ê tên girtin û bi deh hezaran kesên ji malbatên wan çekaran li her du kampên Hol û Roj li Bakur Rojhilata Sûrîyê dimînin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
XS
SM
MD
LG