Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Êrîşên DAIŞ'ê li Îraq û Sûrîyê li Gor Sala Borî Duqat Zêde Bûne


Hin çekdarên DAIŞ (arşîv)
Hin çekdarên DAIŞ (arşîv)

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) roja Sêşemê got ku koma Dewleta Îslamî "DAIŞ" hewl dide "ji nû ve xwe ava bike" ji ber ku hejmara êrîşên heta niha li Sûrîye û Îraqê pêk anîne li gor sala borî duqat zêde bûne.

CENTCOM di daxuyanîyekê de ragihand ku DAIŞ'ê di şeş mehên pêşî yên sala 2024'an de 153 êrîş li herdu welatan pêk anîne û berpirsîya wan êrîşan girtîye ser xwe.

Li gor karbidestekî berevaniyê yê Amerîkî, ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ber ku destûra axfitinê ya ser vê mijarê nebû got, DAIŞ'ê di sala borî de li dû 121 êrîşan li Sûrîye û Îraqê bû.

"Zêdebûna êrîşan nîşan dide ku DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve ava bike piştî çend salên kêmbûna şiyanên wê rêxistinê," CENTCOM got.

CENTCOM hin daneyên ser çalakî û erkê têkbirina DAIŞ'ê di daxyunaiyê de weşandine û dibêje ji bo berdewamkirina hewlên têkbirina vê komê û nehiştina şiyana wê ya êrîşên derve, "Fermandarîya Navendî ya Amerîka ligel hevkarên me yên têkbirina DAIŞ'ê, Hêzên Ewlekariya Îraqî û Hêzên Sûrîya Demokratîk, di nîva yekê ya sala 2024ê de, 196 erkên têkbirina DAIŞ'ê pêk anîn û di encamê de 44 çekdarên DAIŞ'ê hatin kuştin û 166 çekdarên din hatin girtin."

"Li Îraqê 137 operasyonên hevbeş di encamê de 30 çekdarên DAIŞ'ê hatin kuştin û 74 çekdarên DAIŞ'ê jî hatin binçavkirin. Li Sûrîyê jî, di 59 operasyonên ku ligel HSD’ê û hevkarên din hatin lidarxistin de 14 çekdar û çalakvanên DAIŞ’ê hatin kuştin û 92 jî hatine binçavkirin."

Ev ragihandin piştî 10 salan tê ji dema ku grûpa çekdar xîlafeta xwe li beşên mezin ji Îraq û Sûrîyê ragihandibû.

Ew koma tundrê salên 2013 - 2014 di lûtkeya hêza xwe de bû dema ku herêmên berfireh li Îraq û Sûrîyê kontrol kiribûn û dixwest xîlafeta xwe ya tundrê li hemî herêmê bicîh bîne. Di wê demê de DAIŞ'ê êrîşên li ser komên kêmanîyên olî dikir û cezakirinên tund dida Misilmanên ku wan wekî murted û gawir binav dikirin.

Herwiha çekdaran bi hezaran Êzîdî kuştin û bi hezaran jin û zarokên wan revandin, ku gelek ji wan rastî destdirêjî û koletîya seksî hatin.

Ji bo şerê tunekirina DAIŞ'ê, Koalisyoneke Navnetewî ku ji zêdetirî 80 welatan pêk tê, bi pêşengîya Amerîka hate damezrandin.

Piştî avakirina koalisyonê, DAIŞ'ê kontrola xwe hêdî ji sala 2017'an heta 2019'an li ser axa ku wê li Îraq û Sûrîyê kontrol kiribû winda kir. Lê dîsan jî, şaneyên razayî yên wê rêxistinê hîn jî li herdu welatan û li derve çalak in.

Karbidestên Îraqî dibêjin ku ew dikarin bi hêzên xwe gefên DAIŞ'ê di bin kontrola xwe de bihêlin û bi Amerîka re ketine nav danûstandinan bi armanca nehiştina erkê serbazî yê koalisyonê li welêt.

Hin jêder dibêjin ku di çend rojên bê de dê şandeke Îraqî serdana Washington bike bi armanca danûstandinên bidawî anîna erkê hêzên Amerîkî û biyanî li Îraqê.

Jêder: CENTCOM, AP

XS
SM
MD
LG