Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 12 Salan ji "Şoreşa 19'ê Tîrmehê" Siberoja Kurdên Sûrîyê Çi Ye?


19'ê Tîrmehê jibo Kurdên Sûrîyê rojeke dîrokî ye ji ber ku 12 sal berê, di vê rojê de rejîma Sûrî ji bajarê Kobanê vekişî û piştre herêmên Kurdî li Sûrîyê yek bi yek ketin destê hêzên Kurdan.

Rojnamevan Xezne Nebî, bîranînên xwe yên wê rojê ku êdî bi "Şoreşa 19'ê Tîrmehê" tê zanîn, bi Dengê Amerîka re parve kirin.

"Di wê rojê de li bajarê Kobanê gel dest danî ser sazîyên ku di bin destê rejîma Sûrî de bûn. Biryar hat girtin ku gel êdî jîyanê bixwe bi rê ve bibe, herwiha bendên kontrolê li derdora Kobanê hatin danîn da ku komên çekdar derbazî herêmê nebin. Ew roj destpêka guhertineke nû bû".

Di 15'ê Adara 2011'an de tevgereke gel ji başûrê Sûrîyê destpê kiribû, lê pir dem neçûbû ku veguherîbû şerekî navxweyî yê navbera rejîma Sûrî û opozisyona ku dest bi rakirina çekan dikir.

Li ser wê qonaxê ku êdî şerê rejîm û opozisyonê li seranserê Sûrîyê belav dibû, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso dibêje ku wan "Xeta Sêyê" bijart ku ev helwest bûye bingeha "Şoreşa 19'ê Tîrmehê".

Xerîb Hiso
Xerîb Hiso

"Şoreşa me şoreşeke civakî, netewî û demokratîk e. Gava me Xeta Sêyê bijart me barekî mezin girte ser milên xwe. Zemîna rêxistinbûna gel li Rojava ji berê de hebû, herwiha civaka Kurdî di alîyên civakî, sîyasî û nirxên netewî de jî xwedî ezmûneke girîng bû û ev jî bûn bingeha pêşveçûna Şoreşê", Hiso got.

Gelek çavdêr dibêjin ku ji 19'ê Tîrmeha 2012'an de, Kurdan û hevalbendên wan li bakur û rojhilata Sûrîyê pêngavên mezin avêtine.

Pêşî Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPG û YPJ) hatin damezrandin ku piştre ew bûne motika Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).

Herwiha ji sala 2014'an de Xweserîya Demokratîk hate ragihandin ku ew niha nêzî ji sedî 30'ê rûbera Sûrîyê kontol dike.

Di nava vê çarçoveya leşkerî û rêvebirinê de, Nebî balê dikşîne ser rola jinan ku di salên "şoreşê" de serfirazîyên mezin bi dest xistine.

Xezne Nebî
Xezne Nebî

"Ji destpêkê de jinan bi awayekî çalak cîhê xwe di her warî girt. Bi rastî jina Kurd mîlîtan bû ji rêvebirina mal û zarokan de heta rêvebirina welatekî. Mînakên vê yekê jî gelek in: bi hezaran jinên ku di nava YPJ'ê de şerî DAIŞ'ê kirine û bûne fermandar hene, herwiha di sîstema Rêvebirîya Xweser de jî jin li her cîhî hevserok e".

Hêjayî gotinê ye ku di van salên borî de guhertinên mezin li ser asta nexşeya geopolîtîk li Sûrîyê çêbûne. Tirkîyê hin herêmên Kurdî yên weke Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî dagir kirine û rejîma Sûrî jî li ser hesabê komên çekdar yên opozisyonê deverên fireh vegerandine bin kontrola xwe.

Li alîyê din, Xweserîya Demokratîk û hêzên wê yên leşkerî anku HSD'ê di nîqaşên li ser alozîya Sûrîyê de bûne aktoreke serekî ku siberoja doza Kurdî li Sûrîyê pê ve hatiye girêdan.

Hiso bi bîr dixe ku bê çareserkirina pirsa Kurdî Sûrîye nikane siberoja xwe ava bike.

"Eger ku pirsa Kurd çareser nebe, ti pirsgirêkên di nava Sûrîyê de jî çareser nabin. Kurd îro cîhê çareserîyê ne û armanca me çareserîyeke aştîyane û demokratîk e. Loma em dibêjin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê jibo çareserîyê û jibo mijarên mîna vegera penaberan û dawîkirina dagirkerîyê têkoşîn e."

Hêjayê balkişandinê ye ku me hewil da xwe bighînin Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) derbara nêrîna wan ji siberoja doza Kurdî li Sûrîyê, lê ta amadekirina vê raportê me ti bersiv wernegirt.

Cîhê bîrxistinê ye ku alîyên Kurdî piştî destpêbûna alozîya Sûrîyê rêyeke cuda ji xwe re bijartibûn. ENKS'ê di nava hemahengîya opozisyona Sûrî de cîh girtibû, TEV-DEM'ê di projeya xwe ya piştî "Şoreşa 19'ê Tîrmehê" anku Xweserîya Demokratîk de berdewam e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG