Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên li Tirkîyê Salvegera 19’ê Tîrmehê Pîroz Dikin


Îro 19’ê Tîrmeha salvegera 12’an ya dûrxistina hêzên rejîma Beşar Esad ya ji bajarên Kurdan e û ew roj ji alîyê Kurdên li Tirkîyê jî weke rojeke girîng tê dîtin.

Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) daxuyanîyeke nivîskî weşand.

“Şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke nevxweyî ye, ku li parçeyekî biçûk a cîhanê pêk hatîye û ne tenê li ser esasê destkeftinên gelekî ye; şoreşa jinan e, li dijî kesên ku bi rêbazên hovane xwestin jinan kole bikin û li bazaran bifroşin. Şoreşa Rojava; bi pêşengîya jinan pêk hat û Kurd, Ereb, Tirkmen, Misilman, Mesîhî, Elewî û Êzîdî bi hevre jibo siberoja xwe li ber xwe dan, berdêlên giran dan û bi hev re biryara siberoja xwe dîyar kirin.”

Dîrokzanê Kurd yê navdar Mehmet Bayrak ji Dengê Amerîka re got ku di bingeha vê rojê de têkoşîna jinan heye.

Mehmet Bayrak
Mehmet Bayrak

“Ez di pirtûka xwe ya bi navê ‘Jinên Kurd yên Dorpêç Çêkir” de behsa têkoşîna gerîlayên jinên Kurd yên li dijî DAIŞ’ê, ku wan çawa pişta DAÎŞ’ê şikandine dikim. Mûsil bajarekî mezin e û DAIŞ’ê di nav du saetan de ew dagir kir. Dema em li vê derê temaşe bikin Şoreşe Rojava çiqas girîng e emê baştir bibînin. Lê îro jî li vê derê jîyaneke wekhev û biratî pêş dikeve. Tirsa Tirkîye û Sûrîyê ew e ku ev tevgera aştî û azadîyê li herêmê berfireh be.”

Di 6-8 Cotmehê 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kiribû, wê demê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser Twetter’ê peyam dabû ku bûbû sedema Doza Kobanê, ku derheqa 108 rêvebirên HDP’ê de hatiye vekirin û pirtir ji 400 sal ceza hate dayîn.

Mesut Ozer
Mesut Ozer

Mesut Ozer, ku parêzerê Selahattîn Demîrtaş e, bi bîr têne ku cîhan hemî piştgirî dabû têkoşîna Kurdan ya dijî DAIŞ'ê.

“Di dema vê bûyerê de em dizanin ku birêz Barack Obama, birêz Mesud Barzanî û birêz Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dan. Rêya pêşmergeyan hate vekirin û ser Tirkîyê re derbazî Kobanê bûn. Lê yên ku dijî aştî û demokrasîyê ne, bi navê Doza Kobanê dozeke sîyasî vekirin û bi sedan sal caza birîn.”

Parlementerê DEM Partî Yilmaz Hun jî got ku 19'ê Tîrmehê rizgarbûna gelên herêmê ye.

Yilmaz Hun
Yilmaz Hun

“Şoreşa Rojava, berî her tiştî li ser bingeha têkoşîna jinan, rapêrîneke sazkirina mirovahîyê ye. Di vê derê de dikarim bêjim ku bingeha modernîteya demokratîk hate danîn.”

Hêjayî balkişandinê ye ku 19’ê Tîrmehê, ku hîngê hêzên rejîmê ji herêmên Kurdî li Sûrîyê derketin, ji alîyê gelek kesan ve mîna Roja Şoreşa Rojava tê dîtin û di vê rojê de gelek pîrozbahî li seranserî herêmên bin kontrola Kurdan tên kirin.

Raporta Eyyup Demir ji Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00
XS
SM
MD
LG