Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD û MSD'ê Êrîşa li Dijî Trump Şermezar Dikin


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, hewila kuştina serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, şermezar kir û hêvîya başbûna wî xwest.

"Em hewildana kuştina serokê 45'ê yê Welatên Yekbûyî yên Amerîka birêz Donald Trump şermezar dikin. Em nîyazên dilsoz jibo wî, malbat û hezkirîyên wî dixwazin û başbûna zû jê re hêvî dikin," Ebdî di peyameke li ser platforma medyaya civakî (X) got.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump û berbijaêrê Partîya Komarî roja Şemîyê di dema bangeşeya hilbijartinên Mijdara 2024'an de li Pennsylvania, bûbû armanca teqekirinekê û di guhê xwe de birîndar bûbû.

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) jî bi daxuyanîyekê hewila kuştina Trump şermezar kir û got ku kiryarên wisa tersî rêgezên mirovahî û exlaqî ne.

Daxuyanîya MSD'ê herwiha hêvîya başbûna Trump xwest û hevxemîya xwe bi Amerîka û gelê wê re ragihand, "Em hemû cureyên tundûtûjîyê red dikin, divê cihê tundîyê di nava ti civakê de tunebe, herwiha pêdivîye ji gotarên provokasyon û rakêşana sîyasî dûr bikevin."

Her di derbarê hewildana kuştina Trump de, hin çalakvan û şîrovekarên Kurd û Sûrî di medyaya civakî de nêrînên xwe dor bûyerê parve kir.

Rojnamevan Zana Elî dîmena bûyerê, gava ku Trump li ser dikê ye û gurmista xwe li ba dike parve kir û bal kişand ser gotinên ku Trump di wan kêlîyan de bang dikir.

Herwiha, nivîskar û rojnamevan Sarkis Kassargian jî îdîa kir ku wê hewila kuştina Trump wê di rêka Qesira Sipî de bibe alîkar jiber ku wî mîna qehremanekî nîşan dide.

Şîrovekarê sîyasî Beraa Sebrî jî nivîsî ku bi serneketina hewila kuştina Trump, kelema dawî li pêş wî rabû ku ew careke din bigihêje Qesra Sipî. “Ew êrîş di kêbirkeya hilbijartina seroktîyê de Trump wê xurtir bike û wî wekî qehremanekî gel nîşan bide."

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG