Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD: Şam û Enqere Tenê li Dijî Bakur û Rojhilata Sûrîyê li Hev Dikin


Kongireya çarê yê MSDê li Reqa
Kongireya çarê yê MSDê li Reqa

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) derbara pêşhateyên dawî li dijî penaberên Sûrî li Tirkîyê, xwepêşandanên li bakur rojavayê Sûrîyê û nêzîkbûna Şam û Enqereyê, daxuyanîyek da bîragiştî.

"Ev rewşa ku derketîye pêş girêdayî hewilên asayîkirina peywendîyan navbera Enqerê û desthilatdarîya Şamê ye û bûye sedem ku zextên li ser penaberên Sûrî yên li Tirkîyê zêde bibin. Ev yek lihevhatina keysbazî û firsetcîtîya Enqerê û zordarîya desthilata Şamê ye û wê li ser hesabê gelê Sûrîyê be," daxuyanîya MSD'ê got.

Destpêka Tîrmehê penaberên Sûrî li bajarê Qeyserî yê Tirkîyê rastî êrîşên nijadperestên Tirk hatibûn, mal û wesayîtên wan hatin wêran kirin û şewitandin, piştre, êrîşên dijî penaberên Sûrî li çend bajarên din yên Tirkîyê belav bûn.

Herwiha, li çend deverên bakurê rojavayê Sûrîyê yên di bin destê Tirkîyê de, xwepêşandanên nerazîbûnê daketin kolanan û tê de ala Tirkîyê jî anîn xwarê.

Gelek kes di van xwepêşandanan de hatin kuştin û birîndar kirin, çekdaran jî pir kes desteser kirin ku hin çavdêr îdîa dikin girtî jibo Tirkîyê hatine veguhestin.

Her di vê çarçovayê de, berpirsê Ofîsa Peywendîyan di MSD'ê de, Hesen Mihemed Elî di hevdîtinekê de ligel

Dengê Amerîka dîyar kir ku guhertinên li herêmê çêdibin hiştiye ku Rûsya û Îran lez bidin hewlên nêzîkirina Şam û Enqereyê.

"Armancên Tirkîyê hene, ew dixwaze hebûna xwe li Sûrîyê rewa bike, bi lihevhatina li gel rejîma Sûrî jî her du alî dixwazin biryara Konseya Ewlekarîyê (2254) ya çareserîya krîza Sûrîyê, paşguh bikin, Rûsya jî piştgirî dide vê yekê jiber hesabên xwe li hemberî Amerîka", Mihemed Elî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku serokomarê Tirk Erdogan pirî caran daxuyanîyên tûj li dijî serokê Sûrî Beşar Esad dabûn û gotibû ew dixwaze rejîma wî hilweşe.

Lê, di du hefteyên dawî de Erdogan bi awayekî dubarekirî pêwîstîya jinûve destpêkirina peywendîyên Tirkîyê û Sûrîyê destnîşan dike.

Karbidestên Sûrî bi berdewamî dibêjin ku asayîkirina peywendîyan pêkan e, lê bi şertê ku Tirkîyê ji nav axa Sûrîyê xwe vekişîne.

Berpirsê MSD'ê got ku Sûrîyê ji şertê xwe hinekî paşde vegeriye gava qayîl bûye bi Tirkîyê re rûne, wî herwiha nêzîkbûna her du alîyan xiste çarçoveya çêkirina givaşê li ser Rêvebirîya Xweser de.

Hesen Mihemed Elî - Berpirsê Ofîsa Têkilîyan ya MSDê
Hesen Mihemed Elî - Berpirsê Ofîsa Têkilîyan ya MSDê


"Her du alî li ser Rêvebirîyê dighêjin hev, rejîma Sûrî dixwaze nameyekê bighîne me û bêje binêrin em û Tirkîyê li hev tên û eger em li hev hatin cîhê we namîne, bi vê yekê dixwaze em jiberdanînê jê re pêşkêş bikin, herwiha Tirkîye jî dixwaze bi lihevkirina bi Şamê re me dorpêç bike û tune bike".

Elî dîyar kir ku ew jibo rizgarikina herêmên dagirkîrî û çareserîya alozîya Sûrî ji dîyalogê re amade ne, herwiha ragihand ku, "Ti peywendî di navbera MSD'ê û hikûmeta Sûrî de girêdayî nêzîkbûna Şam û Enqereyê çênebûne û rejîm jibo çareserîyê ne amade ye, lê tenê di hin mijarên teknîkî de têkilîyên Rêvebirîya Xweser bi hikûmetê re hene".

Wî herwiha bal kişande ser helwesta Amerîka ku bawerî heye Washington ji mijara asayîkirina peywendîyên bi rejîma Sûrî re nerazî ye.

"Amerîka ji bihêzkirina Rûsya û Îranê li Sûrîyê wê nerazî be jiber ku ew Rûsya weke dijmineke stratejîk dibîne, loma gavên ku Tirkîye bi Rûsya re li Sûrîyê bavêje wê qebûl neke. Ev helwest jî ne jibo Kurdan ya herêma Rêvebirîya Xweser e, lê jibo stratejîya wan e."

Hêjayî gotinê ye ku piştî pêketina şerê navxweyî li Sûrîyê sala 2011'an, Enqerê peywendîyên xwe yên bi Şamê re qut kirin û piştgirîya opozisyona çekdar ya dijî rejîma Sûrî kir.

Dîsa, Tirkîyê li bakurê Sûrîyê çend operasyonên leşkerî pêk anîne û deverên fireh bi taybetî yên Kurdî dagir kiriye û artêşa xwe li wna deveran bi cîh kiriye.

Raporta Efrînê, Daxuyaniya MSDê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG