Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Banga Diyaloga Niştîmanî ya Sûrî Dike


MSD Logo
MSD Logo

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro Çarşemê banga lidarxistina konferansa diyaloga niştimanî li ser xaka Sûriyê kir, wê got "bi armanca nirxandina vê qonaxê û yekkirina hêzê ji bo bidestxistina veguhêzeke demokratîk û nehiştina dubarekirin û rewakirina sîstema stemkarî û gendeliyê".

Encûmena Sûriya Demokratîk di daxuyaniyekê de ku li ser platforma X'ê weşnadîye dibêje, "binpêkirin û tawanên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûrî li Tirkiyê tên kirin" şermezar dikîn, û hişyarî da ku lihevhatina di navbera Şam û Enqerê de dê li ser hesabê gelê Sûriyê be di demekî de ku "bêdengî û çavdêriya, civaka navneteweyî, ku tê wateya erêkirina tam a vê lihevkirinê," tê.

Di beşekî daxyunaiy de dibêje Meclisa Sûriya Demokratîk bi eleqeyek mezin zêdebûna û curê xwepêşandan û tevgera gel li bakur-rojavayê Sûriyê dişopîne, ji ber binpêkirin û tawanên nijadperestî yên ku li dijî penaberên Sûriyê li Tirkiyê tên kirin."

MSD zêde dike û nakokiyan Sûriyê, û her du alî bûne alîkar di rijandina gelek xwîn de, li Sûriyê."

Ji hejî bîrxistinê ye ku îro Çarşemê li bîranîna salvegera 24'an ya desthilata rejîma Esed, Balyozxaneya Amerîkî li Sûrîyê dîyar kir ku Washington dê bixebite ji bo "berpirsiyarkirina berpirsên binpêkirina mafên mirovan" li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG