Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera 24'an ya Rejîma Esed de Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê Daxuyanî Dide


Serokê Sûriyê Beşar Esed
Serokê Sûriyê Beşar Esed

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê roja Çarşemê ragihand ku ew dê berdewam bin li ser ronîkirina binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê, hevdem ligel salvegera destbikarbûna Beşar Esed li ser serokatiya Sûriyê.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê di salvegera 24'an ya desthilata Beşar Esed de daxuyaniyek li ser malpera xwe ya Facebook'ê weşand û got: "Beşar Esed ji 10 Hezîrana sala 2000ê li ser desthilatê hatiye tesbît kirin."

Daxyunî dibêje, "Ji dema destpêkirina aloziyên li Sûriyê sala 2011'ê, rejîma Esed çavkaniya nerihetiyê ye li herêmê, rêjîmê hovîtîyên giran li dijî gelê xwe pêk anîn û kirîzeke mirovahî ya dijwar ji ber gendelî û xirab birêvebirina aborî çêkir."


Balyozxaneya Amerîkî li Sûrîyê dîyar kir ku Washington dê bixebite ji bo “berpirsiyarkirina berpirsên binpêkirina mafên mirovan” li Sûriyê.

Jêder: Medya Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG