Di nexşeya hebûna Kurdan de, Çîyayê Kurmênc ku Efrîn navenda wê ye, li quncikê herî rojava dikeve.
Li vê herêma çîyayî ku bi rengînîya xwezaya xwe jî navdar e, çand û huner, folklor û zargotin xwedî pir taybetmendî ne ku salên dûr û dirêj hatine hilanîn.
Piştî danîna sînorê di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de, çand, huner û zargotina Çîyayê Kurmênc li Efrînê hatibû parastin.
Tevgera çandî û hunerî li Efrînê di dema Rêvebirîya Xweser de pir geş bûbû ku gelek xebat û festîvalên beşên çandê yên cuda pêk hatin.
Lê, ji dema ku Tirkîyê herêm dagir kir vir ve, çanda Kurdî li Efrînê rastî binpêkirinê tê, çalakvan û rewşenbîrên Efrînê vê yekê weke armancgirtina nasnameya herêmê dinasînin.
Di vê navberê de, Efrînîyên derbider bi xebat û çalakîyên cuda hewil didin çanda Efrînê biparêzin ku nifşên nûhatî wê ji bîr nekin.
Di bernameya Mijara Rojê de, gotûbêj li ser çanda herêma Çîyayê Kurmênc ligel çend rewşenbîran tê kirin.
- Taybetmendîyên çand û hunera Çîyayê Kurmênc çi ne?
- Ev çanda resen çawa bi salan hate paratin û pêşxistin?
- Li hember helandin û tunekirina vê çandê piştî dagirkirina herêmê çi pîdivî ne?
Jibo zanîna bersîva van pirsan û hûrgilîyên firehtir dor çanda Çîyayê Kurmênc û hunera wê, sê mêvanên Mijara Rojê hene:
Gulistan Sîdo, Lêkoler û xwendekara doktorayê li Peymangeha Netewî ya Ziman û Şaristanîyên Rojhilatî (INALCO) li Parîsê, Mihyedîn Erselan, derhêner û şanoger û Ednan Omer, hunermend û lêkolînerê zargotina Kurdî.