Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senaryoyên Nêzîkbûna Şam û Enqerê


Ala Tirkiyê û ya Sûriyê
Ala Tirkiyê û ya Sûriyê

Normalkirina peywendîyan di navbera Şam û Enqereyê de dîsa bûye rojev ku di vê dema dawî de axaftin li ser nêzîkirina Esad û Erdogan tê kirin.

Serokomarê Tirk daxuyanîyên balkêş dide û dibêje ew dixwaze ligel serokê Sûrî rûne û li benda serdaneke wî ye jibo têkilîyên xwe baş bikin.

Serokê Sûrî jî ragihandibû ku Şam ji hemû însîyatîfên ser zindîkirina têkilîyên di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de vekirî ye.

Tê zanîn ku ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011'an de, Tirkîye ketiye nav alozîya vî welatî, wê opozisyona Sûrî hembêz kiriye û piştgirî daye komên çekdar.

Serokomarê Tirkîyê Erdogan jî di qonaxekê de ragihandibû ku ew dixwaze rejîma serokê Sûrî Beşar Esad hilweşîne.

Artêşa Tirk çend êrîşên leşkerî di nav sînorê Sûrîyê de pêk anîne ku di encamê de deverên fireh dagir kirine û hêz û bingehên xwe yên leşkerî bicîh kirine

Rûsya dawîya sala 2022'an hewlên nêzîkirina Şam û Enqereyê destpê kiribûn ku karbidestên berevanî û îstixbartên Sûrî û Tirkî li Moskoyê civîbûn.

Di sala borî de jî wezîrên derve yên Sûrîyê û Tirkîyê tevî hevtayên xwe yên Îran û Rûsya dîsa civîbûn, lê ti encamên berdest ji wan kombûnan derneketine.

Herî dawî jî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî ragihandibû ku hikûmeta wî jibo nêzîkirina Şam û Enqereyê navbeynkarîyê dike û amade ye ku pêşwazîya civînên wan bike.

Şirovekar Diyaloga Çaverêkirî ya Erdogan û Esad Dinirxînin
Şirovekar Diyaloga Çaverêkirî ya Erdogan û Esad Dinirxînin

Di bernameya Mijara Rojê de nûçegîhana me Newroz Reşo senaryoyên nêzîkbûna Şam û Enqereyê bi mêvanên xwe , Hesen Mihemed Elî, berpirsê Nivîsgeha Têkilîyan ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Ebdulbaqî Yûsif, serokê Tevgera Xwebûn û Dr. Tariq Hemo, lêkolerê Navenda Kurdî ya Lêkolînan nîqaş dike:

· Egerên nêzîkbûnê di şert û mercên heyî de çi ne?

· Çarenivîsa dosyayên nakok di navbera her du alîyan de wê çi be?

· Herwiha, helwesta alîyên têkildar bi alozîya Sûrîyê çi ye?

Jibo gotûbêjkirina van babetan, mêvanê beşê yekê yê bernameya Mijara Rojê, Hesen Mihemed Elî, berpirsê Nivîsgeha Têkilîyan di Meclîsa Sûrîya Demokratîk de ye.

Herwiha, di beşê duyê ji bernameyê du mêvan hene ew jî: Ebdulbaqî Yûsêf, sîyasetvan û serokê Tevgera Xwebûn û Dr. Tariq Hemo, lêkoler li Navenda Kurdî ya Lêkolînan.

Mijara Rojê: Senaryoyên Nêzîkbûna Sûrîyê û Tirkîyê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:54:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG