Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSDê Hilbijartinên Meclîsa Gel ya Rejîma Sûrî Boykot Dike


Meclîsa Sûrîya Demikratîk (MSD) bi daxuyanîyekê ragihand ku ew hilbijartinên Meclîsa Gel (Perleman) ku rejîma Sûrî roja 15ê Tîrmehê pêk tîne, boykot dikin.

Daxuyanîya MSDê herwiha daxwaz ji gelê Sûriyê û hemû hêzên niştimanî û demokratîk kir ku beşdarî van hilbijartinan nebin û got ku, "Çareserîya siyasî ya giştî li ser bingeha biryara Civata Ewlekariyê (2254) rêya derbazkirina alozîya Sûrîyê û bidestxistina hêviyên gelê wê ye".

Çalakvanê Sîyasî Zîwer Şêxo dibêje ku rewşa pêkanîna hilbijartinan ne guncaw e, ku ew ne demokratîk in, herwiha pir herêmên Sûrîyê û pêkhateyên wê tê de beşdar nabin.

"Ti bandora van hilbijartinan wê tunebe, li ser asta rejîmê bixwe jî wê ti guhertinan çênekin, jiber ku rejîm di krîzeke aborî û ewlekarî mezin de dijî. Bê ku hemû Sûrî li hev bikin û guhertina ber bi Sûrîyeke nû û nenavendî ve û biryara 2254 de pêk neyê, hikûmeta Şamê wê nikaribe ji vê krîzê derkeve", Şêxo got.

Zîwer Şêxo
Zîwer Şêxo

Hêjayî gotinê ye ku hilbijartinên zagonsaz anku yên Meclîsa Gel ya Sûrî her 4 salan tên lidarxistin ku cara paşî di sala 2020an de pêk hatibûn.

Rejîma Sûrî ji destpêka pêketana alozîya Sûrîyê de sala 2011an û tevî şer û derketina herêmên berfireh ji bin kontrola hikûmeta Şamê, lê timî ev hilbijartin pêk anîne û qet bipaş nexistine.

Li gor agahîyên Dengê Amerîka bi destxistine, Rêvebirîya Xweser rê nedaye ku sandiqên dengdayînê yên van hilbijartinan li herêmên bin kontrola wê de li Bakur Rojhilata Sûrîyê werin danîn.

Derbara vê yekê de Şêxo dide zanîn ku, "Rêvebrî başdarî van hilbijartinan nabe, loma dengdan wê tenê li çargoşeyên ewlekarîyê yên rejîmê li her du bajarên Qamişlo û Hesekê pêk werin ku çend sandiqên. Lê dîsa jî hejmara kesên beşdar bibin jî pr hindik e, gel tev li hilbijartinan nabe ji bilî hin kesayetên bi Bees ve girêdayî".

Tê zanîn ku di salên alozîya Sûrîyê de rêjîmê çend caran hilbijartin li dar xistine, çi yên serokatîyê yan meclîsa gel û şaredarîyên xwecihî, lê ti alîyên Kurdî tê de beşdar nebûne, dîsa li herêmên di destê Rêvebirîya Xwesr de qet dengdan di van hilbijartinan de pêk nehatiye.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG