Berî çend rojan 18 girtiyên Kurd ji zîndanên Daiş reviyabûn piştî êrîşeke ezmanî ya Rûsî li ser baregeheke gurûpê li bajarê Babê yê roijhilata parêzgeha Helebê.
Tirkiyê di bin fişareke navnetewî de ye ji bo vekirina sînorê xwe li ber hezaran Sûriyên ku ji ber êrîşên hikûmetê hewil didin derbasî Tirkiyê bin.
Li Istambol polîsê Tirkiyê dibêje wan 8 kes girtin bi gumana qaçaxiya mirovan û wan destê xwe dan ser hin paseportên sexte.
Wezîrê derve yê Rûsya îro dibêje welatê wî dê êrîşên esmanî li Sûriyê ranewestîne ta ku gurûpên terorîst li wir hene.
Serdana Brett McGurk ya Kobaniyê yekem serdana berpirsekî mezinî Amerîkî ye bo Sûriyê ji dema destpêkirin helmeta dijî Daiş di tebaxa sala 2014 an de.
Hin raportan ragihand ku şandekî bilind yê hevpeymaniya navnetewî bo serdanekê çûne Kobaniyê û kombûn li gel berpirsên Kantonê.
Komîta Bilind a Guftûgoyan a opozisyona Sûrî li Cinêvê ye û peyvdarê wê dibêje ew dixwazin beşdarî guftûgoyan bin lê pêwîste em guhertinekê li ser erdê bibinin.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Biro îroj pêncşemê ji aliyê serokê herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Di demekê de ku şer di navbera desthilata Tirkiyê û şervanên PKK de berdewam e, xelkê sivîl tê kuştin, herêmên Kurdan tên wêrankirin û hemwelatî jê direvin.
Piştî salekê ji rizgarkirina Kobaniyê ji çeteyên Daiş, piroseya avakirina bajêr hîn rastî bend û dijwariyan dibe.
Ta kîjan astê aliyên beşdar amadene ku şerê Sûriyê rawestînin û ta kîjan astê dê guftûgoyên Cinêv biserkevin?
Di demekê de ku êrîşên esmanî yên Amerîka û Rûsya berdewam in li Sûriyê, Kurd hewl didin hevrêziyê ji gel herdû aliyan bikin.
Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş îro li kuştina terorîstê bi navê Jîhadî John mukur hat û nûçe ya mirina wî di govara xwe ya Englizî de ragihand.
Parlak dibêje ew niha rastî vegerandina Turkiyê dibe bi sedema pêwendiyên wî yên berê li gel Partiyên Kurdan.
Ta kîjan astê ENKS dê di vê helmeta xwe de biserkeve, eger em bidin berçavan ku milyonek îmze ne erkeke hêsane li herêm in ku bi sedhezaran xelk jê reviyane.
Hikûmeta Sûrî îroj yekşemê got çekdarên Daiş doh şemiyê 300 kes li bajarê Dêr el-Zor li rojhilata welêt serjêkirin.
Piştî wergirtina milyonek penaberên Sûrî, Libnan di van demên dawî de hin pîvanên asê ji bo wan danîn.
Bandora rûdana sersalê ta kîjan astê dê hebe li rewşa penaberan û yasayên girêdayî vehewandina wan li Ewrupa bi giştî û li Almanya bi awakî taybet.
Haj Mistefa ku li Tirkiyê dimîne fişara li ser rojnamevanan bi nebûna demuqrasiyê ve girê da.
Hikûmeta Sûriyê doh şemiyê amadebûna xwe ragihand li dor beşdarbûna di guftûgoyên aştiyê de li Cinêvê vê mehê.
Pirtir bar ke