Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sadedîn Şatîla Behsa Biryarên Lubnan di Derbarê Penaberên Sûrî de Dike


Piştî wergirtina milyonek penaberên Sûrî, Lubnan di van demên dawî de hin pîvanên asê ji bo wan danîn ku dihêlin an bi darê zorê vegerin Sûriyê an jî bi awakî ne rewa li Lubnan bimînin.

Birêvebirê nivîsîngeha Beyrut a Rêxistina Kerame ya Mafê Mirov li dor rastiya vegerandina penaberan bi darê zorê dibêje:

“Me bihîst ku berî du roja hinek penaberên Sûrî li Firokxaneya Beyrutê bi darê zorê hatin şandin bo Sûriyê. Me hîn ev yek dupat nekiriye, lê li gor salên borî çi pelge nebûn ku desthiladarên Lubnan çi kes vegerandin Sûriyê.”

Herçendî desthiladaran bi awakî rasterast ew venegerandibin jî, bendên dijwar ku ji penaberan re tên danîn pirsgirêkan ji wan re derdixin holê û rewşa wan têk dibin, li gor Şatîla:

“Danînan bendên dijwar yên mayîna li Libnan bi xwe em wek rêxistin lê dinerin wek zêdegavî di derheqê mafê wan de wek penaber û azadiya wan di gera li Libnan de bi taybetî ewên ku dê rastî metirsiyan bibin eger vegerin.”

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke

Sadedîn Şatîla SW 01_13_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:21 0:00

XS
SM
MD
LG