Ketina rejîma Beşar el Esed derî ji gelek pirsan re derbarê rewşa Sûrîyê, bi taybet ya Kurdên Sûrîyê, vekiriye. Li Kongreya Diyaspora Kurdistanî li Berlînê, siyasetmedar, nivîskar û parêzerên Kurdên Sûrîyê bîr û boçûnên xwe ser pêşhatên li Sûrîyê derbirîn dikin.
Federasyona Revenda Kurdistanî kongreya xwe ya duyê li Berlînê pêk anî û nûnerên ji dehan dewletên cîhanê beşdarî civînê bûn.
Evîn Teyfûr, yekem xanima Kobanî ye ku çîrokên zarokan dinivîsîne. Dahênaneke balkêşe û cûreyekî girîngê edebiyata Kurdî ye bi vî awayê nûjen di nav Kurdan de kêm e.
Bernameya nû ya 7Reng çalakiyên çandî û hunerî bi hemû cûreyên wan li herêmên Kurdî û cîhanê pêşkeş dike.
Ayînzan û Kesayetiyê naskirî di nava Kurdan de Maaşuq Xiznewî ser ketina rejîma esed diaxive û dibêje ku gelên li Sûriyê bi giştî û gelê Kurd û malbata wî bi xwe bûne qurbana zurdariya rejîma Esed.
Endamê Serkirdayetiya Komela Şorişgêr ya Zehmetkêşên Kurdistan ser ketina rejîma Esed got, Kurdên Rojhilat û gelên Îranê sed qat weke gelê Sûriyê bi ketina Esed kêfxweş in,
Çalakiyên roja duyan ya Konferansa Revenda Kurdistanî li Berlîn didomin, hevkarê me Salih Demîcer di konferansê de beşdare û ji Berlin pêzanînên ser çalakî û rojeva Konferansê radigihîne.
Kongreya duyan ya Konfedrasyona Revenda Kurdistanî ku li Berlin tê encamdan, gelek kesayetî û hunermendên Kurd beşdar bûne. Hevkarê me Salih Demîcer di Kongreyê de amade bû, li dor çalakî û beşdariyan di kongreyê de pêzanînan radigihîne.
Arif Elûş muzîkjenekî jêhatî yê bajarê Kobanîyê ye ku ev dora deh salan e li welatê Nemsayê dijî. Wî şêwazekî taybet ê jenîna saz û tembûrê heye. Wî li gel muzîkvanên Nemsayî kar kiriye û gelek xwendekar fêrî muzîkê kirine. Ew behsa serbora xwe ya muzîkê dike.
Wergerandin berheman ji zimanên din roleke mezin di pêşxistina edebiyata her miletekî de dilîze, bi taybetî miletekî wek kurd ku ne di rewşeke pir baş a xwendina edebiyatê de ye. Werêrê Kurd Perwîz Cîhanî behsa Hunera Wergerandinê dike.
Derhêner Seyid Mihemed Seyid Ebdella di belgefîlma xwe ya nû ya bi navê Axa Pîroz (Holy Land) de, Herêma Kurdistanê jibo Suryanîyan, Keldanîyan, Ermenîyan, Ereban, Tirkmenan û kêmneteweyên din, wek penageheke ewle nîşan dide.
Derhêner Halîma Akturk, bi fîlma xwe ya bi nave Êzda tevlî Festîvala Fîlmên Kurdî li Bajarê New Yorkê bû. Wê di fîlma xwe de ronî da ser çîroka xanimeke Êzdî ku ji destê Daişê rizgar bûye û li welatê Kenedayê dijî.
Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî li bajarê New Yorkê Festîvala Fîlmên Kurdî ya 8’an li Şanogeha Angelika li dar xist û di dirêjîya 8 rojan de 34 fîlm nîşan dide. Diruşmeya îsal ya festîvalê Azadîya Derbirîna bi Zimanê Dayîkê ye. Rêvebir dibêjin ku ew dixwazin nasnameya Kurdî nîşanî Amerîkîyan bidin.
Festîvala Filmên Kurdî li bajarê New Yorkê bo dema 8 rojan birêve diçe û tê de 34 fîlm têne nîşandan. Festîval, îsal bi duruşmeya Azadiya Derbirîna bi Zimanê Dayîkê tê lidarxistin.
Navenda Baqî Xido ya çand û hunerê li bajarê Kobaniyê çalakiyên balkêş pêşkêş dike. Ji festîvalên muzîk, dîlan û şanoyê bigire heta şevbuhêrkên dengbêjiyê ku civaka kurdî pê navdar bû. Bi riya Skype ji Kobanîyê dengbêj û endamê desteya rêvebir a navendê Kamil Hesen pêzanînan dide.
Rastnivîsîna Kurdî mijareke ku zimanzanên Kurd bi dehên salan li ser kar dikin û hewl didin pirsgirêkên heyî çareser bikin. Zimanzan û mamosteyê zanîngehê Berzo Mehmûd jî yek ji wan kesan e ku roleke berbiçav di vê derbarê de lîstîye. Ew di vê hevpeyvînê de behsa hin xalên girîng ên zimên dike.
Berî çend rojan li Almanyayê hejmarek ciwanên Kurd konferanseka guftûgoyên zanistî lidar xistin bi navê Konferansa Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî. Çalakvana Kurdistanî Veman Lînavayî pêzanînan ser konferansê dide.
Şêwekar û hevkarê me yê berê Luqman Ehmed ku li Amerîka û gelek welatên din pêşangeh li dar xistine û tevlî çalakiyên hunerî yên cûbicûr bûye, van demên dawî li bajarê Berşelona yê Îspanyayê rojbîrên xwe bi rêya tabloyan belge dike. Ew di vê hevpeyvînê de qala wan tabloyan dike.
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê berî demekê Şanonivîs Ehmed Îsmaîl li Almanyayê xelat kir ji bo kar û keda wî ya salên dirêj di warê nivîsandinê de. Îsmaîl di vê hevpeyvînê de qala giringî xelatkirinên wiha û nivîsandina şanoyê dike.
Pirtir bar ke