Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamîran Haj Ebdo Rewşa Dawiya Guftûgoyên Cinêvê Dinirxîne


Kamîran Haj Ebdo
Kamîran Haj Ebdo

Komîta Bilind a Guftûgoyan a opozisyona Sûrî li Cinêvê ye û peyvdarê wê dibêje ew dixwazin beşdarî guftûgoyan bin lê pêwîste em guhertinekê li ser erdê bibinin. Komîta digot ew başdar nabe ji ber bumbekirina berdewam a li ser xelkê Sivîl ji aliyê rêjîmê ve.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demuqrata Kurdî li Sûriyê Kamîran Haj Ebdo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Ez Bawerim Fişareke navnetewî li ser opozisyonê heye da ku beşdar bin, ji ber wê jî ew beşdarbûna xwe bi hin merecan ve gire dide. Gava mirov bixwaze pirsgirêkekê çareser bike divê ew bê merc derbasî guftûgoyan bibe.”

Haj Ebdo ku di nav şandê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê( ENKS) de ye li Cinêvê, beşdarbûna ENKS di asteke girîng de nirxand û got pêwîstbû PYD jî beşdar bibûya.

ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Kamîran Haj Ebdo 01_31_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:09 0:00

XS
SM
MD
LG