Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura doh duşemê ragihand ku axaftinên aştiyê di navbera hikûmeta Sûrî û opozisyonê de dê roja înê destpêbikin, û îroj ewê vexwenameyan ji aliyên pêwendîdar re bişîne.
Ev guftûgoyên ku biryar bûn doh duşemê destpêkiribana, lê wezîrê derve yê Amerîka John Kerry got:
“Em xwe çend rojan ragirin û piroseyê bi awakî durist destpêbikin baştire ku em di roja yekem de ne lihev bin.”
Ta kîjan astê aliyên beşdar amadene ku şerê Sûriyê rawestînin û ta kîjan astê dê guftûgoyên Cinêv biserkevin?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Nivîskar Can Kurd ku li Almanya dimîne; birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê ku li Frensa dimîne; û parêzer Ferhad Baqir ku li Tirkiyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.