Di demekê de ku rêveberiya xweser li herêmên Kurdên Sûriyê ji guftûgoyên aştiyê tê dûrxistin, Şandeke radebilind bi serokatiya şandê serokê Amerîka Barack Obama yê koalisyona navnetewî ya dijî Daiş bo serdanekê çû Kobaniyê û li gel berpirsên rêveberiyê kom bû.
Serdana Brett McGurk ya Kobaniyê ku yekem serdana berpirsekî mezinî Amerîkî ye bo Sûriyê ji dema destpêkirin helmeta dijî Daiş a di tebaxa sala 2014'an de, tê xwendin wek şandina nameyekê ji bo gelek aliyên navxweyî, herêmî û navnetewî.
Gelo çine ev name û ji bo kê ne?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Idrîs Nassan,cîgirê berê yê wezîrê pêwendiyên derve yê kantona Kobaniyê ku li Kobaniyê dimîne; Elî Îbrahîm, serokê encûmena xwecihî ya ENKS li Kobaniyê ku li Tirkiyê dimîne; û her wiha Zara Misto sernivîserê malpera Welatî net li Kobaniyê ku li Tirkiyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke