Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Yûsif: Rêjîma Sûrî Maf Nîne Gunehkariyan Protesto Bike


Ciwan Yûsif
Ciwan Yûsif

Hikûmeta Sûrî îroj yekşemê got çekdarên Daiş doh şemiyê 300 kes li bajarê Dêr el-Zor li rojhilata welêt serjêkirin.

Di demekê de ku ajansa fermî Sana ragihand ku piraniya kesên serjêkirî xwedî temen û jin û zarok bûn, çalakvanên opozisyonê dibêjin ew serbazên artêşa Sûrî û malbatên wan bûn.

Endamê komîta Kurdî ya Mafê Mirov Ciwan Yûsif di hevpeyvînekê de li gel dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

“Desthilata Daiş di demên borî de berferh dibû lê di van demên dawiyê de rastiya wê ronî bû û diyar bû ta kîjan astê ew dûrî nirxên mirvahî ye, loma ew kiryarên wiha dike. “

Yûsif ku li Siwîsra dimîne bal kişand ser rewşa opozisyona Sûrî û diyar kir ku ew bi awakî ne durist gurûpên terorîst dide ber çavan û her gurûpeka li dijî rêjîmê wek opozisyon dibîne .

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Ciwan Yûsif SW 01_17_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00

XS
SM
MD
LG