Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş îro li kuştina terorîstê bi navê Jîhadî John mukur hat û nûçe ya mirina wî di govara xwe ya Englizî de ragihand. Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) berê di meha 11an de gotibû ku ew di êrîşekê de li Sûriyê hatiye kuştin.
Parêzerê Kurdê Sûrî Mesûd Kaso di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka bandora ragihandina kuştina wî şîrove kir û got:
“Helbet mirina Jîhadî John têkçûneke ji bo Daiş, lê wan gelek kes wek wî hene ku şûna wî bigrin.”
Kaso ku li London dimîne, bal kişand ser riyaksyona xelkê Birêtanya li dor ragihandina kuştina Jîhadî John û Daiş bi giştî û diyar kir ku goftûgoyek li wir heye li dor nerîna wan di vê derbarê de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke