Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ramazan Moray Rewşa Dawî ya Herêmên Kurdan li Tirkiyê Şîrove Dike


Ramazan Moray
Ramazan Moray

Di demekê de ku şer di navbera desthilata Tirkiyê û şervanên PKK de berdewam e, xelkê sivîl tê kuştin, herêmên Kurdan tên wêran kirin û hemwelatî jê direvin.

Di rewşeke wiha aloz de, şîrovekar û çavdêr dibînin ku pêwîstî bi aliyên nermerê heye ku li hev kom bibin û hewil bidin dawiyê li vî şerî bînin.

Endamê birêveberiya giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) li Tirkiyê Ramazan Moray di hevpeyvînekê de ji bo Dengê Amerîka rewşa niha ya şer şîrove kir û got:

“Em wek partiyeke siyasî dibînin ku çi sûde ji vî şerî nîne û pêwîste ew zû bête rawestan. Emê di meha bê de konferansekê lidarxin û tê de riyên bidawîanîna şer guftûgo bikin.“

Moray ku li Amedê dimîne, bal kişand ser rewşa mirovahî ya xelkê sivîl û ew wek rewşeke xerab û têkçûyî anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Remezan Moray SW 01_28_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:15 0:00

XS
SM
MD
LG