Dengê Amerîka nikare van îdîayan bi şêweyekî serbixwe piştrast bike, jiber ku şopandina tevgera artêşa Tirkîyê li herêmê ji rojnamevnana re hatiye girtin û sînordar kirîye.
Komek siyasetvan û çalakvanan li Silêmanîyê dijî hatina artêşa Tirkiyê ya nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê xwepêşandanek pêk anî, lê hêzên asayîşê rê neda ku medya bûyerê bişopîne.
Li gorî parêzer, tîmeke Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina pêvajoyê li salona dadgehê amade bû.
Berdevkê Koma Civakên Kurdistan (KCK) ji Dengê Amerîka re ragihand ku hejmareke zêde ya leşkerên Tirk û hêzên taybet bi çekên giran û di bin çavdêriya firokan de bi rîya devera Kanî Masê ya parêzgeha Duhokê hatine Herêma Kurdistanê.
Li Herêma Kurdistnaê dora 250 hezar penaberên Kurdên Sûrîyê hene ku 50 hezar ji wan li parêzgeha Silêmanîyê dimînin. Gelo rewşa zarokên penaber li wir çawa ye?
Berdevkê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê eşkere kir ku Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab ser karkêşana ji post û partîya xwe rijd e.
Hejmarek xwendekaran li Silêmaniyê di festîvalekê de, gelek nûbûn û afirandin di warên cihê de nîşandan, di nav de çêkirina otomobîlên jîr yên ku dikarin ji bo kesên astengber werin bikar anîn. Her wiha çêkirina dronana û alavên din.
Trê, keça kurd xwendekara zanîngehê ye ûsemakarek jêhatî ye, di heman demê de di Semaya Balê de pêşengiya rahênanê ya komeke ji 13 kesan pêkhatî dike, ew yek ji lîstikvanên serkeftî yên Festîvala Werzîşê ya Jinan bû li Silêmaniyê.
Êvariya roja Şemiyê 16'ê Adarê, kesek li bingeha Zirgwêz ku partiya Komele ya kurdên ji astana Kurdistana Îranê lê dimînin hat kuştin.
Komek hunermendên bajarê Silêmaniyê salvegera 36an ya kîmyabarana Helebce bi bîr anîn.
Jinên li Silêmanî 8'ê Adarê yaa Roja Jinan di nava xem û xemgînîyê de pîroz kirin ku rewşa jinan li Herêma Kurdistanê di asteke baş de ye.
Kemal Kerkukî Berpirsê Ofîsa Rêkxistinên PDK'ê li Kerkûk-Germyanê ji Dengê Amerîka re got, ew ji rewşa hilbijartinên taybet nîgeran in ji ber ku wê rojê gelek fermandarên wan nekarîn dengê xwe bidin.
Tanya Fuad, piştî 49 salan li Amerîka vegerî Herêma Kurdistanê û kargeheke şerabê ava kiriye. Fuad dibêje ku berhema tirî yê Kurdistanê jibo çêkirina şerabê gelekî kêrhatî ye.
Pirtir bar ke