Çavkaniyekî pilebilind di Wezareta Pêşmerge de ragihand ku çekdarkirin û alîkariyên Amerîka bo Wezareta Pêşmerge berdewam in û gelek xalên rêkeftina di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de hatine cîbicîkirin .
Jêder got "Li gorî peymana lihevkirinê ya di navbera Pêşmerge û Pentagonê de, her cure alîkariyên lojîstîkî, şêwirmendiya leşkerî û hîndarî dê berdewam bin, li gor wê jî Amerîka dê berdewam be li ser çekdarkirina Hêzên Pêşmerge."
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir daxwaz ji Amerîkayê kiribû ku sîstemên Patriot yan jî sîstemên berevaniyê ji Herêma Kurdistanê re peyda bike ji bo rûbirûbûna mûşekên Herêma Kurdistanê dikin armanc.
Kovara Forbes di meha Tebaxê de ragihand, Amerîka hewl dide hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê cuda ji hikûmeta federal ya Iraqê çekdar bike.
Li gorî kovarê, Amerîka di destpêka vê mehê de topxane pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirin, di nav de topên Hawartz 105mm, herwiha ewê 36 topên M-119 û trimbêlên leşkerî jî di nav de Humvee, kamyon û maşînên dijî mayinan radestî Pêşmerge kirine.
Şêwirmendê pilebilind yê leşkerî dibêje "Amerîkî tekez dikin ku bi şertê çaksazî di hêzên pêşmerge de bidome, ewê alîkariya pêşmerge bikin."
Ev di demekê de ye ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêr di 7ê Tebaxê de li ser malpera xwe ya fermî gotbû "Me doh alavên leşkerî yên girîng pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kirin û ev yek bû qonaxeke girîng di avakirina şiyana hêzên Pêşmerge de. Ev çek dê ji bo baştirkirina şiyana giştî ya Hêzên Pêşmerge ji bo dabînkirina ewlehiyê û misogerkirina têkbirina domadar ya DAIŞê be bi pêşengiya Iraqê ."
Ji sala 2016ê ve, hêzên hevpeymaniya bi serkirdayetiya Amerîka mehane 20 milyon dolar pêşkêşî lîwayên rasterast yên ser bi Wezareta Pêşmerge dikin, herwiha piştevaniya darayî, lojîstîk û serbazî jî pêşkêşî hêzên Pêşmerge dikin daku ew hêz li hev bicivin û peymana çaksaziyê û birêxistinkirinê cîbicî bikin.
Jêder: VOA/Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêr